Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bernameya 8'ê Adarê eşkere bikin

Rêxistinên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi dirûşma "Têkoşîna me teminata şoreşa jinê ye" bernameya 8'ê Adarê li Qamişlo û Kobanê di demjimêr 11'an de bi daxuyaniyekê eşkere bikin.

Rêxistinên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi dirûşma "Têkoşîna me teminata şoreşa jinê ye" bernameya 8'ê Adarê li Qamişlo û Kobanê  di demjimêr 11'an de bi daxuyaniyekê eşkere bikin.  

Qamişlo - Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî amadekariyek mezin wê di demjimêr 11'an de li parka xwendinê ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo  û Kobanê  yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê dê bernameya 8'ê Adarê bi tevlîbûna hemû rêxistinên jinan bi dirûşma "Têkoşîna me temînata şoreşa jinê ye” eşkere bikin.
Rêxistinên ku cihê xwe di daxuyaniyê de bigirin wiha ne : Rêxistina Kongreya Star, Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Jinên Rêveberiya Xweser,Meclîsa Jinên Sûrî, Meclîsa Jinên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Yekîtiya Jinên Sûriyanî, Nivîsgeha Jinê di Partiya Sûriya Pêşerojê de, Nivîsgeha Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem), Nivîsgeha Jinan a Meclîsa Sûriya demoqratîk (MSD), Tevgera Hîlala Zêrîn, Saziya Civaka Sivîl.