Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8’ê Adarê serdanan goristanan kirin
Bi rast hatina 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana goristanan kirin û li ser goristanan fing vêxistin.
Navenda Nûçeyan - Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 23’yê Sibatê de bi daxuyaniyekî starta 8’ê Adarê eşkere kirin. Jinên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçova çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê de serdana goristanan kirin. Bi hezaran jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevlî çalakiyên bîranînêbûn. Di çalakiyên bîranînê de ji bo bîranîna pakrewanên di Hamleya Gurzê Gelan a Hesekê de ji bo parêzvaniya mirovahiyê canê xwe kirin mertal 121 find vêxistin.
Qamişlo
Berî vêxistina findan li ser Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê Menîce Heydar ve hate xwendin wiha ye: “Bi navê Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em di serî de giyanê şehîdên xwe û şehîdên xwe yên mafdar, şehîdên azadî û rûmetê yên ku canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê ku di 23'ê Sibatê de bi dirûşma "Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin" hata ragihandin, em vê cejnê li dayik, jin û keçên şehîdan pîroz dikin. Em hemû şehîdên pêşeng ên ku mohra xwe li rûpelên dîrokê dane û têkoşîn û berxwedana jinan a ji bo azadî û edaletê bi bîr tînin û bi vê minasebetê rola mezin a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di parastina xaka xwe de bi bîr tînin. Berxwedana qehremanî ya ku ji bo jinavbirina terora ku hebûna wan tehdîd dike û hemû cîhanê dixe metirsiyê nîşan dan, di warê hizrî û civakî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû modelek ku li seranserê cîhanê were mînakkirin. Bi vê minasebetê em soz didin şehîd û şehîdên xwe ku em dilsozê nirxên şehîdan bin û destkeftiyên ku bi saya xwîn û fedekariya wan hatine bidestxistin biparêzin.”
Daxuyanî bi vêxistina findan dawî bû.
Jinên ciwan yên Kobanê ji bo 8`ê Adarê meşiyan
Rêzeçalakiyên Tevger û rêxistinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanî bi silogana "Emê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" didomin. Bi vê wesîleyê Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê meşeke bi mişeleyan li darixist. Jinên ciwan li ber kevana bajarê Kobanê kombûn û bi diruşmên "Jin jiyan azadî", "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe” despêkir û li ber goristana Şehîd Dicle rawestiya. Paşê daxuyanî ji aliyê jina ciwan Behiya Ehemed ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye: “Em di destpêkê de 8`ê Adarê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê û jinên têkoşer pîroz dikin. Roja Jinên Cîhanî ji bo me roja têkoşîn û berxwedaniyê ye, ev roj ji bo me bi ronahiya fikir û bîrdoziya Rêber Apo girîngî û wateya xwe zêdetir kir. Rêber Apo bi pêşxistina bîrdoziya rizgariya jin, jinên Kurd di asteke bilind e pêşxist. Bi silogana ‘Emê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin’ emê weke jinên ciwan destkeftiyên şoreşê biparêzin. Ev şoreş, şoreşa jin e û li dijî koletiya 5 hezar sal serxistina jiyana azad û avakirina jinên têkoşer e. Her wiha pilanên dewletên hegemon û êrîşên çeteyên DAIŞ`ê bi berxwedanî û têkoşîna jinên Kurd têk çûn. Tevî vê yekê jî xeterî li ser şoreş û axa me heye. Dewleta tirk bi taybet dixweze careke din çeteyan zindî bike û êrîşên xwe dijwar bike. Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan tevahî jinan vedixwînin têkoşîna ji bo azadiyê, şoreşa me bi pêşengiya jin destpê kir û divê ku bi heman tiştî jî biserkeve. Xwedî derketina li têkoşîna jinên qehreman yên weke Şîlan, Arîn, Avêstina, Viyan û Nûjiyanan erka me ya sereke ye.”
Daxuyanî bi siloganên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" li gel pêxistina findan li ser gorên cangoriyên azadiyê bi dawî bû.
"Em li ser mîratiya jinan têdikoşin"
Jina ciwan Silava Mustefa ku bi cil û bergehên gelerî beşdarî meşê bû wiha axivî: "Divê ku beriya her tiştî mirov vê rojê li jinên ku di oxira bidestxistina rojeke wiha de jiyana xwe ji dest dan pîroz bike. Ji ber vê em ber bi goristana şehîd Dicle ve meşiyan û me find pêxistin. Têkoşîna jinan ya ji destpêka dîrokê, heta vê rojê dewam dike. Lê di sedsala 21`emîn de têkoşîn û berxwedaniya jin gihîşt asteke bilind, bi taybet jî me weke jinên Kurd destkeftiyên gelek mezin û berçav bidest xistin. Em weke jinên ciwan jî li ser şopa jinên têkoşer têdikoşin û emê xeta wan berdewam bikin."
Şehba
Meclîsa Jin a Meclîsa Malbetên Şehîdan a herêma Efrînê jî li goristana pakrewanên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrez a Şehbayê find vêxistin. Di çalakiyê de endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û malbetên şehîdan amadebûn de daxuyaniya ji aliyê mamoste Eliye Ebdo ve hat xwendin wihaye: “Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku 23’ê Subatê bi silogana “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin” hatiye raghandin, em li hemû dayik, xwişk û hevjînên pakrewanên azadiyê pîroz dikin û bi rêzdarî şehîdên xwe bi bîrtînin. Bi fedakariya ku hatiye nîşandan û destkeftiyên bidestxistine carekî din hêz û bawerî da jinê û di herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de guhartina îdîolojî û civakî da çêkirin. Jina têkoşer bû nimûne ji tevahî jinên cîhanê re. Bi vê boneyê em soz didin şehîdan em şopdarên nirxên wan bi dest xistine û em ê ala azadiyê bilind bikin û têkoşîna xwe bidomînin heya serkeftinê. Emê nesekinin heta rizgarkirina xaka ku hatiye dagirkirin û aşîtî û ewlehiyê di welatê xwe de pêk tînin.”
Çalakî bi pêxistina findan li ser goristanê dawî bû.