Jinên bajarê Silêmaniyê: Divê guherîna zagonî nekeve meriyetê

Jinên bajarê Silêmanî nerazîbûna xwe li dijî guhertina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an li Iraqê de nîşan dan û diyar kir ku ger ev zagon weke tê xwestin were guhertin û bikeve meriyetê wê civakê ji hev belav bike.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Partiyên Şiî yên Iraqê ji bo hinek guhertinan di Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an a Iraqê de bikin pêşniyarên zagonî kirin. Pêşnûmeya zagonê di civîna 24’ê Tîrmehê ya Parlamentoya Iraqê de hat pêşniyarkirin. Di pêşniyarê de hat xwestin ku temenê zewaca zarokên keç ji 18 salî dakeve 9 salî. Ji derveyî xercê û mîras, bêparhiştina jinan ji nefeqeyê, destûr dide zewaca ne fermî û mafê xwedîkirina zarok ji dayik tê girtin. Ev yek dê rê li ber tundiyê veke û wê mafên bingehîn ên jiyanê yên jin û zarokan werin binpêkirin.

Nerazîbûnên li dijî vê guhertinê her diçe zêde dibin. Jin bi çalakiyên ku li dar dixin hewl didin rê li ber karesatên li dijî jinan bigrin û li pêşiya guhertina zagonê rawestin. Jinên bajarê Silêmanî der barê guhertina Zagona Rewşa Kesane de ji ajansa me re axivîn.

‘Divê civak were hişyarkirin’

Şêniya bajarê Silêmanî û xwendekar Ala Omer diyar kir ku guhertina madeya 188 a sala 1959’an li Iraqê li hemberî jin û zarokan nayê qebulkirin û wiha got: “Dûrxistina zarok ji dayikê karek nerewa ye. Standina mafê dayiktiyê dibe sedema têkçûna perwerdeya zarokan û şêwedana civakê. Hebûna vê zagonê û guhertin, wê pirsgirêkan di nava malbatan de çêbike. Piraniya zagon li dijî jinan in. Guhertina vê zagonê mafê zewicandin û perwerdekirina zarok û mafê herî biçûk ji destên jinan digre. Divê civak û jin der barê xirabiya vê zagonê de xwedî hişyarî bin. Bi riya panel û semîneran jin werin hişyarkirin. Erka me jinan ew e ku bi riya medyaya dîjîtal divê em civakê hişyar bikin.”

‘Ger guhertin were pejirandin dê encamên gelek xirab bi xwe re bîne’

Xwendekara bi navê Dîma Nasir da zanîn ku guhertina vê zagonê mezhebîye li dijî jinan e û wiha got: “Guhertina zagonê bandorek xirab li ser zarokên temenê wan 9 salî dike. Zewicandina zarokan di temenek biçûk de dê civakê ji bengehê ve bihejîne. Ez weke ciwanek 17 salî qet guncaw nabînim zarokek kêmî temenê 20 salî biziwice. Her wiha standina mafê dayiktiyê, dibe sedema têkçûna civakê, pêwîstiya zarok di her temenê de bi dayikê heye. Bi aqilê mêrsalarî, bi zagonê hewl didin mafên jinan binpê bikin. Ez di wê hêviyê de me ku ev zagona li dijî jinan nekeve meriyetê. Divê em hemû hewldana hişyarkirina civakê bidin.”

‘Pêwîstiya zarok bi dayikê heye’

Jina karker Şabanû Ehmed destnîşan kir ku zewaca di temenê biçûk de û bê rizaya hevjînan karek nerewa ye û wiha got: “Weke dayikek ez zarokên xwe di temenê 9 salî de nazewicînim. Divê bigihîjin temenek diyar da ku bikaribin jiyana bi tendirust ji bo xwe û zarokan pêk bînin. Ez tu dem zarokên xwe nadim kesek din perwerde bike. Pêwîstiya zarokên min bi min heye. Divê em jin ji bo daxwaza mafên xwe dengê xwe bilind bikin. Bi riya encamdana pêngavan jinên hemû navçeyan hişyar bikin. Divê kesên pispor di vî warî de hewldana hişyarkirina jinan bidin û bi riya televîzyonê civakê hişyar bikin.”

‘Girtina mafên dayiktiyê dê bibe sedema têkçûna nirxên civakê’

Sirwe Omer a 42 salî jî der barê zagona hejmar 188 a sala 1959’an a Iraqê de wiha got: “Hebûna zagonek li dijî jinan nayê qebûlkirin. Guhertina zagonê û parvenekirina zarok, ji xwezaya zarokan re çewt e û bêbeşkirina zarokan ji dayikê li hemberî jinan karek nerewa ye. Jinek zarokên xwe 9 mehan di zikê xwe de xwedî dike, maf nade dayikê ku xwedî bike. Ev karekî giran e ji bo jinan. Ji bo pêkanîna jiyana nû ya zewacê divê hevjîn hev temam bikin. Zarokek 9 salî hê divê bilîze, di jiyana wê/î ya rojane de lîstok hebin. Zewicandina di vî temenî de sosret e. Ev yek dibe sedema têkçûna civakê. Divê destpêkê ji bo hişyarkirina civakê em ji malbata xwe dest pê bikin. Zarok û jinan hişyar bikin da ku bikevin ferqa mafên xwe. Her wiha hişyarkirina civakê bi riya ragihandin û çapemeniyê wê karekî baş be. Divê bi riya vîdyoyên kurt civak û jin werin hişyarkirin.”