Jinên Amedê: Em nikarin dabara xwe bikin
Jinên ku bi gotina “Em nikarin dabara xwe bikin” krîza aborî şermezar kirin, ji bo guhertina vê rewşÊ banga têkoşînê kirin. Jinan gotin ku divê pergala heyî biguhere û diyar kirin ku ew ê li her qadê dengê xwe bilind bikin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Kûrbûna krîza aborî ya li Tirkiyeyê gel derxist kolanan. Welatiyên ku li gelek bajarên welat daketin qadan ji ber krîzê bang li hikûmetê kirin ku îstifa bike. Karkerên ku bertek nîşanî pêvajoyê dan û gotin; "Em nikarin dabara xwe bikin" bang li her kesê kirin ku li dijî polîtîkayên krîzê têbikoşin.
"Ez ciwan im lê xeyalên min tune ne"
Xwendekara bi navê Gurbet Baykuşak a li Amedê beşdarî çalakiya ku li dijî qeyranê pêk hat bû, diyar kir ku li Tirkiyeyê mirov nikare ne ji bo îro ne jî sibê xeyalan çêbike loma jî wê weke xwendekar û ciwan dev ji xeyalên xwe berdaye. Gurbet Baykuşak, anî ziman ku ji ber pêvajoyên bi vî rengî hêviyên xwe winda kirine û got; “Em êdî nikarin li ber vê pergalê bisekinin û em vê pergalê naxwazin. Divê hin tişt biguherin. Divê hemû kedkar li dijî van polîtîkayan û li dijî vê krîzê têbikoşin. Mafê hikûmetê nîn e ku di vê mijarê de me ber bi bêhêvîbûnê ve bibe. Li gorî min divê ev pergal bê hilweşandin. Êdî dem hatiye ku em dengê xwe bilind bikin û bertek nîşan bidin. Em naxwazin di vê mijarê de bi tenê bin. Ev têkoşîn têkoşîna hemû kedkar û gelan e. Li gorî min divê ev têkoşîn piştgiriyê bibîne."
"Mirov xizantir bûne"
Seroka CHP’ê ya Amedê Gonul Ozer diyar kir ku yên dolar û ewroyên wan hene, bawer nakin ku krîz heye û bal kişand ku bi wê yekê li welat kesên xizan her ku diçe rewşa wan xirabtir dibe. Gonul Ozer dibêje ku mirov gihîştine wê astê ku nikarin ar û şekir bikirin û rewşa tê jiyîn bi gotina "Kêr gihîşt hestî" bi nav dike.
“Hikûmet rastiya li kolanan nabîne”
Gonul Ozer wiha domand: “Duh daketina gel a kolanan tê çi wateyê, ev tê wê wateyê ku êdî mirov birçî ne. Şekir û arê mirovan tune ye. Hikûmet bi çavekî din li welat dinêre û dibêje qeyran nîn e. Lê bila li kolanê binêre û bi rastiya gel re rû bi rû bimîne. Ev mirov birçî ne, nikarin fatûreyên xwe bidin û nikanin zivistanê malên xwe germ bikin.”
“Em ê bi hev re têbikoşîn”
Gonul Ozer banga hilbijartina lezgîn kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir:
“Parlamenterên AKP’ê dibêjin ‘mirov bila 2 kîlo goşt nekirin, mehê nîv kîlo goşt bikirin.’ Çareseriya hikûmetê ji krîzê re ev e. Dema welatî birçî bin, pirsgirêk dibe ya welatiyan, nabe ya wan. Êdî mirov nikare ragire û em di xala dawî de ne. Em weke partî dibêjin 'hilbijartina lezgîn', lewma em ê 4'ê Kanûnê li Mêrsînê starta hilbijartinê bidin. Bila mirov hêviyên xwe winda nekin. Em ê bi hev re têbikoşin. Em ê wan bi awayekî demokratîk bişînin ser sindoqan. Bila ciwan hêviya xwe winda nekin. Em ê ji nû ve di nav aramî û aştiyê de bijîn.”