Jinên Amedê dê di 25’ê Mijdarê de li dijî şîdeta mêr-dewletê bimeşin
Endama Meclisa Jinan a HDP'ê Hasret Alp, li dijî polîtîkayên desthilatdariyê yên ku bi zêdebûna şîdet û qetlîamên li ser jinan veguheriye qirkirina zayendî, bang li hemû jinan kir ku di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan. Hasret Alp da xuyakirin ku weke jinên rêxistinkirî, bi ruhê berxweder a xwişkên Mîrabel li qadan bin û jin vexwend meşa fînalê ya di 25'ê Mijdarê de li Amedê bê lidarxistin.
MEDİNE MAMEDOGLU
Amed - Jinên herêmê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de bi rojan e li qadan dixebitin. Jinên Tevgera Jinên Azad (TJA) û HDP’ê ku bi jinan re li bajar, gund û malan tên cem hev, di xebatên xwe de balê dikşînin ser zêdebûna cudakariya zayendî. Jinên Amedê ku wê heta 25'ê Mijdarê li qadan bin dê bi meşeke bi meşaleyan xebatên xwe bi dawî bikin. Endama Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasret Alp banga tevlibûna meşa fînalê kir û got; "Em ê bêyî ku bêhêvî bin li dijî vê hilweşînê li qadan li ber xwe bidin."
“Komkujî veguherî qirkirina zayendî”
Hasret Alp da zanîn ew zêdebûna tundiya li ser jinan û qetlîamên li ser jinan weke qirkirina zayendî bi nav dikin û diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê ya 19 salan di vê pêvajoyê de bi desteserkirina maf û jiyana jinan yekalîbûnê armanc dike. Hasret Alp, anî ziman ku dewlet ji jinên rêxistinkirî û xweparastinê dikin ditirse û got; “Jin her roj li nîvê kolanan, li cihê kar û li malên xwe tên qetilkirin. Kujerên ku jinan qetil dikin bi polîtîkaya bêcezakirinê, bi rewşa baş tên darizandin lê wekî ku me di mînaka Çîlem Dogan de dît, jinên ku mafê xwepastinê bi kar anîne hewl didin 15 salan ceza bikin an jî bi hedefgirtina jinên rêxistinkirî, jî jinên ku têkoşîn dikin re cezayên neheq û ne rewa tên dayîn. Mînaka we ya herî mezin Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan e."
“Hewl didin jinan bê nefes bihêlin”
Hasret Alp bal kişand ku hikûmet li herêmê polîtîkayên şerê taybet ên li dijî têkoşîna jinan dimeşîne, hewl dide jinên Kurd bixinê û bê îrade dike, anî ziman ku bi van polîtîkayan jin ber bi fuhuşê ve tên kişandin. Hasret Alp a ku dibêje wekî jinên Kurd ew ê li dijî vê polîtîkaya li herêmê tê meşandin têbikoşin û li ber xwe bidin, wiha axivî; “Desthilatdariya heyî ji aliyekî ve li hemberî jinên Kurd bi binçavkirin û girtinên ku ji zagonên qanûnî û destûrî dûr e, bi polîtîkayên tecrîdê re jî hewl dide wan bê nefes bihêle. Her wiha derket holê ku desthilatdariya heyî gel ji jiyana aborî, civakî û çandî qut kiriye. Li gel van hemûyan, polîtîkayên desthilatdariyê yên ku ziman, nasname û hebûna gelê Kurd nas nake, gel û jinên herêmê weke pirsgirêka herî bêzar derxistinê pêşberê me. Li hemberî van hemû pirsgirêkên derketine holê; hikûmeta ku behsa bûdçeya 2022’an ku tê de wekheviya zayendî û gel tenê ye dike bi butçeya ku ji şer re vediqetîne, hem li tevahî welat û hem jî li herêmê bertekan digre.”
“Em ê jiyana nû û azad ava bikin”
Hasret Alp bang li meşa fînalê ya ku êvara 25’ê Mijdarê tê lidarxistin kir û got; “Em weke jinên rêxistinkirî li dijî vê hikûmeta ku her cure îstîsmarê li ser civakê kûr dike û her kesê ku behsa Peymana Stenbolê dike hedef digre, emê bibin dengê hevalên xwe yên ku îsal bi cesareta xwişkên Mîrabel ketin girtîgehê. Em ê bi hev re bêyî ku bêhêvî bibin li dijî şîdeta mêr ku di hemû qadên jiyanê de derdikeve pêşiya me têbikoşin. Çar aliyên me bi îmhaya modernîteya kapîtalîst hatiye dorpêçkirin divê em li dijî vê zîhniyetê û kiryaran bisekinin. Em ê di vebijarka riya sêyemîn de dengê jinan bidin bihîstin û jiyana nû û azad ava bikin.”