'Jinên Amazîghê li dijî hişmendiya civakê têdikoşîn’

Seroka Komeleya Jin û Zarokan a Soussê Khadija Ghazalî, diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan jî jinên Amazîghê dest bi pozîsyonên biryargirtinê kir û got: "Divê jinên Amazîghê ji bo bigihêjin armancên xwe têbikoşin û xwedî li xeyalên xwe derbikevin."

HANAN HARET

Mexrib- Jinên Mexribê ji bo şikandina qalibên feraseta serwer a mêr û pêşxistina aborî û statûya xwe ya civakî têkoşîna xwe didomînin. Jinên Amazîghê yên bi mezinkirina hevgirtina xwe re komeleyên cuda ava dikin jî, armanc dikin hev du pêşbixin. Komeleya Jin û Zarokan a Soussê jî xebatên xwe yên piştgirî dide jinên Amazîghê didomîne.

Komeleya Soussê ya li Taroudant a başûrê Mexribê xebatên xwe didomîne, bi parastina mafên jin û zarokan re xizmetên piştgiriyê yên wek hiqûqî, tenduristî û derûnî dide. Her wiha Komeleya Soussê bi piştgiriyên aborî û civakî re jî hewil dide standarta jiyanê ya jinan baş bike.

'Em armanc dikin di civakê de wekhevî pêkbînin’

Seroka Komeleya Jin û Zarokan a Soussê Khadija Ghazalî, da zanîn xwe digihînin jinên gundên dûr ên derdrora Taroudantê û der barê mafên wan ên aborî û yên din de xebatên hişyarkirinê dimeşîne. Khadija Ghazalî, anî ziman ku komele xebatên xwe yên li ser referansên mafên mirovan didomîne û wiha got: “Em li ser rêze mijarên ku jin û zarokan eleqeder dike dixebitin. Em armanc dikin rûmeta wan biparêzin, cihêkariya zayendî ji holê rakin û di civakê de wekheviyê pêkbînin.”

'Em li dijî her cure tundiyê jî têdikoşin'

Khadija Ghazalî, anî ziman ku li dijî her cure tundiya li ser jinan têdikoşin û wiha got: “Her wiha em ji bo ji zarokan re hawridorek ewle avabikin jî dixebitin. Em hewl didin zarokan ji kedxwarî û cudakariyê biparêzin.” Khadija Ghazalî, diyar kir ku ji bo jinan teşvîkê siyasetê bikin jî xebatên perwerdehiyê pêktînin.

'Astengiya herî mezin feraseta mêr e'

Khadija Ghazalî, destnîşan kir ku zehmetiya herî girîng a li pêşiya xebatên wan feraseta serwer a mêr e. Khadija Ghazalî, da zanîn ji ber ku li herêmên gundewar dixebitîn bernameya wan ji ber hin kevneşopiyan tê astengkirin û wiha got:

“Ji ber ku baweriyek mêr ku dema mêran bilind dike, jinan biçûkdixe heye. Zarokên keç ên Amazîghê yên li gundan dijîn, li cihê ku wek hevsalên xwe biçin dibistanê neçar dimînin bizewicin, ji bo alîkariya dayikên xwe diçin zeviyan an jî neçar dimînin ku bi karên malê mijûl bibin. Em wek komele ji bo holê rakirina hemû sepanên dibe sedema metabûna jinan û nirxê jinên ku civakê ava dikin biparêzin, mafên wan diparêzin.”

'Tevî astengiyan jî komeleyê gavên girîng avêt'

Khadija Ghazalî, diyar kir ji encamên ku ji dîroka 2013’an komeleyê hatiye damezrandina heta niha bi dest xistine kêyfxweş in û wiha axivî “Tevî astengiyan jî komeleyê gavên girîng avêt, lê hîn gelek karê me heye û divê em têkoşîna berdewam bikin.” Khadija Ghazalî, destnîşan kir guhertinên ku di rewşa jinên li cîhanê de tê jiyîn, bandor li jinên Amazîghê jî dike û jiyana wan diguherine û wiha got: “Rewşa jinên Amazîgê ji jinên giştî yên Mexribê ne cuda ye, lê piraniya jinên Amazîgê herî zêde li herêmên gundewar dijîn û lewma hîn zêdetir bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû dimînin."

'Maf tu caran ji jinan re nayên dayîn'

Khadija Ghazalî, diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan jî rewşa hin jinên Amazîgê dest bi guherîne kiriye û wiha axivî: "Jin ku li dijî hişmendiya civakê têdikoşîn û di van demên dawî de li pozîsyonên pêşeng û biryargirtinê cih digrin hene. Hin jinan jî beşdarî kooperatîfan dibin û gavên girîng diavêjin. Dikarin dahata xwe ya aborî bi dest bixin. Khadija Ghazalî, bang li jinên Amazîgê kir û ev peyam da: “Divê jinên Amazîgê potansiyela xwe pêş bixin, ji bo gihandina hemû armancên xwe têkoşîn bidin û xwedî li xeyalên derbikevin. Ji ber ku bi israr û îrade dikarin hemû tiştê bi ser bixin. Maf tu carî ji jinan re nayên dayîn, ji ber vê yekê divê em ji bo bidestxistina mafên xwe têbikoşin.”