Jinên aktîvîst ên Afganî: Ger em têbikoşin, em ê teqez bi ser bikevin!

Kiryarên Talîbanê yên ku 15'ê Tebaxê rêveberiya Afganistanê bi dest xistin, bi dawî nabin. Qîrîna jinan, li ber pêkanînan her roj diçe bilind dibe. Piştgiriya jinên cîhanê ya ji bo dengê berxwedana jinên Afganistanê didome. Jinên aktîvîst ên Afganî peyama; "Ger em şer bikin û têbikoşin, em ê teqez bi ser bikevin" didin.

BIHARAN LEHIB
Kabîl- Jin ji bo mafên xwe yên li dijî Talîbana ku ji 15’ê Tebaxê û vir rêveberiya Afganistanê bi dest xist û di rêveberiya welat de di qanûnên jinan de gelek guherîn pêk anîn berxwedana xwe didomînin. Ji rakirina Wezareta Jinan, heta derxistina jinan ji çalakiyên werzîşê, qedexekirina muzîk û wênesaziyê, cihê ku jin xwe îfade bikin her kêliyê de teng dibe. Jin bi kampanya û çalakiyên ku li welatên xwe organîze dikin hewl riya bêhngirtinê ji xwe re bibînin.
Aktîvîsta Afganî Nesîme Resa der barê kampanya û çalakiyên ku jin van rojan li Kabîlê dimeşînin de axivî. Nesimeh Resa bi gotinên; "Piştî ku Afganistan ket destên Talîbanê, ji bo gelek jinan pencereyek din vebû" diyar dike ku wan ji Afganistanê heta derveyî welat dest bi kampanyayan kirine. Nesîme Resa got; "Ji bo di çalakî û bûyeran de hêza jinan eşkere bibe, me dirûşm avêtin û ev dirûşm ev bûn; ‘Jin dikarin bibin bijîşk, rojnamevan, endezyar, hunermend, werzîşvan, jin dikarin welatê xwe bi rê ve bibin, beşdarî xebatên ji bo rêveberiya welatê xwe bibin’ û me got bêyî jin, civakek tu carî bi pêş ve naçe” û diyar kir ku îfadekirina van tiştan dê bidome.
“Em ê ji sedî sed bi ser bikevin”
Aktîvîst Nesîme Resa diyar dike ku ew bi çalakî, bûyer û kampanyayên ku dikin bi dirûşma "Em ê ji sedî sed bi ser bikevin" bi pêş ve diçin û diyar dike ku ev şerê azadiya jinan e û wiha dibejê; "Ger em şer bikin û têkoşînê bidin meşandin, em ê teqez bi ser bikevin.”
"Pêwîst e jin derkevin derve" 
Yek ji aktîvîstên civaka sivîl, Reyhaneh Talaş, destnîşan kir ku piştî Talîbanê rêveberiya welat desteser kir, jin neçar in bi rengekî aktîf derkevin kolanan û wiha axivî: "Armanca me ew e ku dengê jinên Afganî were bihîstin, bilind bibe û ji her devera cîhanê were bihîstin."
Reyhaneh Talaş dibêje ku nayê qebûlkirin di rêveberiya welat de cih nedin jinan û wihagot; "Me dizanibû gava ku Talîbanê, hukûmeta hat avakirin ragihand û îlan kir, di kabîneyê de cih ji jinan re tune ye û got ku ew tu mafan nadin jinan û dema ku gotin di nava polên dibistanê de refên jin û mêran bi perdeyan dê werin veqetandin û ji jinên karker re bêjin biçin malên xwe, diyar bû ku ji bo me rojên tarî tên. Pêwîst e beriya rojên me hemû tarî bibin em dengê xwe derbixin û divê em heqareta ku li me hatiye kirin qebûl nekin.”
"Em dev jê bernadin, heya serkeftinê em ê berdewam bikin" 
Reyhaneh Talaş dibêje ku dirûşma wan a sereke ya kampanyayê rewşa jinên Afganî wiha vedibejê; "Ez bêkar im, nanê min tune ye" û wiha axivî; "Ev ne tenê êş û belengaziya jinan, di heman demê de êş û belengaziya civakê jî eşkere dike. Tevî ku Talîbanê gotiye ew ê hikûmetê hamû aliyan digre ava bike jî mixabin, ya ku em di pratîkê de dibînin eşkere ye û em ê teqez dev ji têkoşîna xwe bernedin, heya ku bi ser bikevin em ê berdewam bikin.”