Jinên ajokarên bi ewle didin hîs kirin

Di anketa ku Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê bi 10 hezar û 404 kesan re pêkanî de, hat tespîtkirin ku rêwiyan ji ajokarên ESHOT ên jin kêfxweş bûn û xwe hin zêdetir ewle hîs dikin.

Îzmîr- Hejmara ajokarên jin ên di bin sivana li Midûriyeta Giştî ya ESHOT (Av, Gaz, Otobus û Troleybus) a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê dixebitin derket 145’an. Di 10 hezar û 404 anketên hatin çêkirin de bi giştî 15 hezar pirs hatin bersivandin.

Di anketê de hem kalîteya xizmeta ku ji aliyê saziyê ve tê dayîn û hem jî di ware misogerkirina ewlehiya welatiyan de performansa ajokarên jin hat nirxandin. Di encama anketê de sernavên "Helwesta ajokaran a li hemberî welatiyan guncav e", "Ajokar li gorî quralên trafîkê tevdigere û otobusê bi ewlehî bikartîne", “Di dema siwarbûn û pêyabûna Otobusan de, rêwî bi têra xwe tê disekne.” derketin pêş.

'Em dixwazin jinên ajokar zêdetir bin’

Nihal Arslan a ku 5 sal e ajokariya ESHOT’ê dike, wiha got: "Bertekên rêwiyên me xweş in. Karê ku em dikin ne karekî hêsan e, karekî zehmet e, lê ji ber ku em bi hezkirinê dikin ji bo me hêsan tê. Em dixwazin jinên ajokar hin zêdetir bin. Jinên ku dixwazin vî karî bikin bila werin serî lê bidin, bila tevlî me bibin."

'Em xwe ewletir hîs dikin'

Jinan jî zêdebûna jinên ajokarên bi erênî dinirxînin. Nurcan Baştaş, diyar kir ku zêdebûna jinên ajokar erênî ye û wiha axivî: "Em gelekî kêfxweş in. Em gelekî baş tên pêşwazîkirin." Kadriye Zararsiz jî wiha axivî: "Dîtina ajokarên jin ên rû ken, me zêdetir kêfxweş dike. Em xwe ewletir hîs dikin. Zarîf û xwedî xweşbînî ne. Em gelek jê memnûn in. Em dixwazin hê bêtir bibin.”