Jinên Afganistanê piştgiriya serhildanên Îranê kirin

Komek jinên Afganistê ji bo piştgirîkirina jinên Îranê û protestokirina qanûnên Îranê yên li dijî jinan li ber balyozxaneya Îranê ya li Kabîlê kom bûn û nerazîbûna xwe diyar kirin.

Navenda Nûçeyan – Komek jinên Afganistanê ji bo piştgirî dayîna serhildanên Îranê, li ber avahiya Balyozxaneya Îranê ya li Kabîlê ya paytexta Afganistanê kom bûn. Jinan bi dirûşmeyên “Ji Tehranê heyanî Kabulê bimre dîktator” tundî û qanunên komara Îslamê ya li dijî jinan şermezar kirin û nerazîbûn nîşan dan.

Jinên Afganistinê yên berxwedêr pankartên ku li ser nivîsên  ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Ji Tehranê heta Kabîlê, bimre dîktatorî’ û ‘Îran rabû, êdî dora me ye’ bilind kirin û nerazîbûnên xwe yên li dijî qanûnên îslamî yên paşverû yên hikûmeta Talîban û Îranê nîşan dan.

Hat ragihandin ku piştî çalakiya jinan hêzên Talîbanê êrişî çalakvanan kiriye.