Jinên Afganî serpêhatiyên xwe di nameyên xwe de vegotin

Piştî ku Talîban li Afganîstanê desthilatdarî bi dest xist, jiyana jinan pir hat astengkirin û di kêliyekê de hat guhertin. Jin û zarokên keç ji navên navdar re name nivîsandin û behsa serpêhatiyên xwe kirin.

Navenda Nûçeyan- Jinên Afganî serpêhatiyên xwe bi nivîsandina nameyan ji kesên navdar yên wek aktîvîsta xwediyê Xelata Nobelê Malala Yousafzai, Îkona Modayê Halima Aden û Stêrka Futbolê ya Amerîkî Megan Rapinoe re parve kirin.
Yên ku ji mirovên navdar re nameyan dinivîsin jî di nav 100 Jinên BBC’ê ku di sala 2021’an de hatine hilbijartin cih digre. Beşek ji wan jinan ji bo parastina xwe û malbatên xwe, ji ber hincetên ewlehiyê bi navên nepenî û bê wêne di lîsteyê de cih girtin.
“Ez gelek xemgin dibim …” 
Xwendekar Rohila ku 17 salî ye, ji Malala Yousafzai re nivîsî û jê re got ku piştî ku Talîbanê qedexe kir ku xwendekarên keç xwendina xwe ya navîn bidomînin, xwendina wê qut bûye, "Bi rêz Malala,
Ez her sibe bi gotina "ez ji dibistanê dereng mam" ji xew radibim, lê paşê tê bîra min ku dibistana min girtî ye û ez xemgîn dibim. Dema ku wesayita çûnûhatinê birayên min digre û dibe, ez li paş dimînim.
Ez bi hêviya ku di dibistanên nêzîkî min vedibin û ez bibihîzim ku dikarim bi heval û mamosteyên xwe re hevdîtin bikim li temaşe nûçeyan dikim. Ez gelek xemgîn im ku em tenê ji ber ku jin in, em ji mafê herî bingehîn ê perwerdehiyê bêpar dimin in…”
"Gava ku min li topê dinêrî jî digiriyam" 
Sahara ku li Afganîstanê di tîma futbolê ya herêma xwe de dilîst, reviya welatekî din. Sahar ji stêrka futbolê ya Amerîkî Megan Rapinoe re fikarên xwe nivîsand.
"Bi rêz Megan,
…Fûtbol ji bo min ne tenê werzîşek e, dilxweşiyek e. Di van sê salên ku min lîstin, ez di derbarê taktîk û tevgeran de fêrî gelek tişt bûm. Futbol malbata me, yani heval û rahênerên min, tîmek mezin bû. Dema ku Talîban Kabîlê xist bin kontrola xwe, min dev ji lîstikê berda û ez pir xemgîn bûm. Dema ku ez temaşê ye  forma, pêlavên xwe yên futbolê û topê dikir digiriyam."