Jinên Afganî ji bo mafên xwe daketin qadan
Jinên ku ji bo mafên xwe çalakî li dar xistin, xwestin kesên ku gel dikşînin nava xizanî û bêkariyê bên cezakirin.
Navenda Nûçeyan - Jinên Afgan ên ku li Afganistanê çalakiyên xwe yên spontane berdewam dikin, dîsa daketin qadan. Jinên ku ji bo daxwaza mafên xwe bi taybetî mafê xizaniya aborî, kar û perwerdeyê li hev civiyan bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Em azadiyê dixwazin" û "Em demokrasiyê dixwazin" meşiyan.
Di çalakiya ku duh li Kabîlê pêk hat de, jinên Afgan ev daxwaz kirin:
*Em dixwazin dawî li xizanî, bêkariyê were û em bigihîjin berhemên bingehîn ên xwarinê.
*Em dixwazin buhabûn bê sekinandin.
*Em dixwazin kesên ku gelê Afgan dikşînin nava xizaniyê bên cezakirin.
* Divê perwerde, hînkarî û mafên siyasî yên gel bên naskirin.
*Ji bo ku li Afganistanê pêşiya kûrbûna qeyranê bê girtin divê di demek herî nêz de wekhevî pêk were. Jinên Afgan bi taybetî diyar dikin ku qeyrana aborî ber bi qeyrana mirovî ve diçe."