Jinên Afganî bang li cîhanê kirin û gotin: Dîrok ji bêdengiya we şerm dike!
Jinên Afgan ên ku ji bo balê bikşînin ser bêkarî û xizaniya li welat û her wiha binpêkirinên ku piştî Talîbanê bi wan re rû bi rû man, her hefte çalakiyên xwe didomînin, dîsa li kolanan bûn. Jinan bang li raya giştî ya navneteweyî kirin û wiha gotin: "Dîrok ji bêdengiya we şerm dike.
BIHARIN LEHIB
Kabîl– Talîbana ku rêveberiya Afganistanê desteser kir, ji perwerdeyê bigre heta jiyana xebatê mudaxeleyî hemû qadên jiyanê yên jinan dike. Tevgerên jinan ên Afganistanê bertek nîşanî çalakiyan dan, bang li saziyên navneteweyî û hemû cîhanê kirin û gotin; "Dîrok ji bêdengiya we şerm dike." Jinên li welatê xwe kûrbûna birçîbûn û xizaniyê her wiha bêparbûna mafê kar û perwerdeyê protesto dikin, pankartên bi nivîsa "Jin, jiyan, azadî, demokrasî", "Çima cîhan bêdeng li benda mirina me ye?" , "Mafê perwerdeyê" û "Em mafê xwe yê xebatê dixwazin" hilgirtin û bi dirûşman meşiyan.
Kişandina dîmenan ji aliyê rojnamegerên mêr ve hat astengkirin
Rojnamegerên mêr ên ku çalakiya jinên Afgan ên li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Kabîlê meşiyan dişopandin, ji aliyê Talîbanê ve hatin astengkirin. Jinên Afganî bi çalakiyên xwe bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin û wiha gotin; “Em li ber çavên hemû cîhanê trajediyeke mezin dijîn û êdî naxwazin vê bêdengiyê tehemul bikin. Çima cîhan bêdeng li benda mirina me ye? "Dîrok ji bêdengiya we şerm dike."
Jinên Afgan her hefte li qadan in
Jinên Afganî li Afganistanê ku ji 15’ê Tebaxê û vir ve çalakiyên protestoyî ji aliyê Talîbanê ve hatine qedexekirin ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafên xwe û bang li civaka navneteweyî bikin her hefte çalakiyên xwe didomînin. Di çalakiya hefteya borî de rojnameger rastî tundiya Talîbanê hatin û jinan tevî hemû astengiyan çalakiya xwe li dar xistin.