Jinên Afganî bang li cîhanê kirin û gotin: Cîhan ker û lal e

Jinên Afgan ên ku xwestin li dijî xizaniya piştî Talîbanê welat dagir kir, zêdetir bûye bimeşin, destûr nehat dayîn û dîmen kişandina rojnamegeran jî hat astengkirin. Piştre jinên ku dest bi çalakiya rûniştinê kirin, diyar kirin ku 8 zarok ji birçîbûne mirine û gotin ku cîhan li hemberî vê hovîtiye ker û lal dilîze.

Kabîl- Jinên Afganî li paytexta Afganistanê Kabîlê bi navê “Tevgera Xweser a Jinên Aktîvîst” hatin cem hev. Jin ji bo balê bikşînin ser xizaniya ku piştî Talîbanê welat dagir kir dest pê kir meşiyan. Piştî ku endamên Talîbanê destûr nedan meşê jinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Endamên Talîbanê yên ku dora çalakvanên jin girtin, destûr nedan dîmen kişandina rojnamegerên ku xwestin çalakiyê bişopînin. Çalakvanan daxwaz û çalakiyên xwe bi riya telefonen destan tomar kirin. 
Cîhan ker û lal e 
Jinên ku çalakiya rûniştinê berdewam dikin, bi van gotinan rewşa ku welatê wan tê de ye şermezar kirin; “Her roj ji ber birçîbûne zarok dimirin, çima cîhan vê nabîne? Cîhan, tu li hember hovîtiya ku em dijîn ker û lal î."
8 zarok ji birçîbûne mirin
Li Afganistanê ku birçîbûn û xizanî gihîştiye asta herî jor, malbat ji ber ku nikarin zarokên xwe xwedî bikin an jî li wan binêrin, neçar dimînin wan bifroşin an jî li nexweşxaneyan dihêlin. Li welat tenê ji ber birçîbûne, 8 zarokan jiyana xwe dest dan.