Jinên Afgan xelata Renata Fonte girtin

Bi boneya 25 saliya avakirina komeleya Donne Insieme ya Îtalyayê xelata Fonta da 4 jinên Afgan.

Navenda Nûçeyan- Xelata Don Ansim yan jî United Women of Italy'nin Renata Fonte, di sala 2023’an de da 4 jinên Afgan ên ku li dijî tundiya li hemberî jinan, wekheviya zayendî û ji bo azadiyê têbikoşin.

Seroka derpartmana têkiliyên bi gel re Betul Haydarî, ji ajansa nûçeyan a Sasa Shahrvand, Sadiqa Mushta, Dr. Nesa Mohamêadî û Razia Ehsanî di merasîma li bajarê Lecce ya Îtalyayê hat lidarxistin de xelatên xwe girtin. Komeleyê di salvegera 25’an ya avakirina xwe de xelat da jinên Afgan. Daxwaz kirin di avakirina navneteweyî de rewşa jinên Afgan û astengiyên ku li hemberî wan tên pêkanîn werin lêkolînkirin.

Renata Fonte ku siyasetmedarek Îtalî di sala 1984’an de li nêzî mala xwe ji aliyê çeteyên mafyayê ve hat qetilkirin. Yekitiya jinan ya yekitiya Îtalyayê Reata Fonte weke jina yekem ku hat qetilkirin qeyd kir. Eve 25 sal in bi navê Renata Fonte xelatê dide jinên têkoşer.