Jinên Afgan: Em kesek bi tenê jî bimînin em ê dakevin qadan

Li Kabîlê 8 zarok ji birçîbûnê mirin û jinên Afgan li dijî xizaniyê duh daketin qadan û xwestin dengê xwe bigihîjînin hemû cîhanê. Jinan diyar kirin ku Talîban li dijî wan şîdetê bi kar tîne û heqeratê li wan dike û got ku di çavên Talîbanan de tirsê dîtine ji ber vê yekê kesek jî bimîne dê li qadan bin.

 
BEHARAN LEHIB
Kabil- Jinên Avgan dibin pêşengtiya Tevgera jinên Aktivîst dûh hatin gel hev û li Kabilê ji ber xizaniyê xwestin çalakî li darbixin. Xwepêşandana jinan ji aliyê endamên Talîban ve hat astengkirin û destur nehat dayîn ku rojnamevanên li qadê dimenan bigrin. Jinan bertek nîşanî Talîbanan da û dest bi çalakiya roniştinê kirin. Jinan ji ber rojnamevan hatin astengkirin bi xwe telefonên xwe derxistin û dimenê çalakiya kêşan û bi rêya torên civakî çalakiya xwe ji cîhanê re ragihandin. Bejdarvanên çalakiyê  ji derveyî zordestiyê li dijî kurbûna xizaniyê ku bû sedem 8 zarok jiyana xwe ji dest bidin xwestin ev xizanî were dîtin. 
“Em ê li dijî gefan serî netewînin”
Beşdarvanên Tevgera Aktivîstên jin aktivîst Rishmin Nastooh bal kişand ser armanca çalakiyê û got: “Ji bo em mafên xwe bi dest bixin me banga çalakiyê kir, mixabin serkeftina ku me dixwest me bi dest nexist. Li welat 8 zarok ji birçîna mirin, me xwest em balê bikşînin ser zêdebûna xizaniyê. Me xwest em dengê xwe bigihîjînin hemû dinyayê. Ev ji du mehan zêdetir e jin di nava çalakiyan de ne. Li welat bi çalakiyên cuda jinên ku dadiketin qadan li dijî wana qamçiyan bi kar dianîn û îşkence li wan dihat kirin. Lê belê em serê xwe natewînin û em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”   
“Em dest ji qadan bernadin”
Rishmin Nastooh da zanîn ku hêzên Talîbanê ji roja hatine heta niha wisa ne ku wekî biçin şer hêzên xwe kom dikin û tên derdora wan dorpêç dikin û wiha got: “Em weke jin dixwazin dengê xwe bigihîjînin û bidin dîtin lê belê ji ber ku naxwazin em werin dîtin ew qadên ku em lê çalakî bikin em dibînin hêzên Talibanî tijî bûne. Duh jî rewş ne cuda bû. Dema ku çalakiyê dest pê kir em belav bûn jî êrîşî me kirin. Ji bo ku em neyên ditin hêzên Talîbanê em xistin quncikek li ber diwar. Jinên beşdarî çalakiyê bûn ji bo şermezarkirina tacîza ji aliyê Talîbanê ve li wan tê kirin Quran jî xwendin. Lê belê careke din jî Talîbanê bi awayekî fizîkî me tacîz kir. Fermandarê Talîbana jî li wê derê bû lê dengê xwe dernexist. Wisa dikin ku mirov nizane dê çi bi dest dixin lê em kesek bi tenê jî bimînin destûr nedin me jî em dest ji qadan bernadin.”  
“Me tirsa di çavên wan de dît” 
Aktivîsta Jin Rishmin Nastooh bi bîr xist ku di çavên Talîbanê de tirs heye û wiha domand: “Di heman sehneyê de jin bi bawerî bin yan bê bawerî bin jî di çavên Talîban de tên çi wateyê? Me tirsa hêzên Talîban a ji jinên Afgan di çavên wan de dît. Tevî vê yekê jî çima dixwazin me ewqas perîşan bikin, me duh carek din fam kir. Bifikirin em 15 jinên sivîl bûn lê li hemberî me bi sedan bûn û ji me ditirsiyan, bi hezaran hêzên leşkerî li hemberî me bûn, me dît me hîn zêdetir tirsa wan fam kir.” 
“Dinya li vê îşkenceyê temaşe dike”
Rishmin Nastooh da zanîn ku dinya li hemberî vê îşkence û zordariya ku Talîban li dike bêdeng û bê ziman e û wiha got: “Dinya li vê îşkenceya ku Talîban li me dike temaşe dike. Ez pirs dikim çima hûn li dijî van zextan nakevin tevgerê?” 
“Me dixin dorpêçê û em rastî şîdetê tên”
Aktivîsta jin Arefa Fatemî diyar kir ku ji ber mirina 8 zarokan ji birçîna, xwestine li Kabîlê çalakiyê li dar bixin lê belê ji aliyê Talîbanan ve hatine astengkirin û wiha got: “Dema ku me xwest em peyama xwe bidin dinyayê, me rûyek din ê Talîbanê dît. Me dixwest em çalakiya xwe di noqteyek din de bikin. Wan ji me xwestin li ser me lêgerînê bikin, em xistin dorpêçê û em rastî şîdetê hatin, ew jinên ku man ji derveyî dorpêçê destûr nedan ku beşdarî çalakiyê bibin.” 
“Wê bi ser nekevin”
Arefa Fatemî da zanîn ku Talîban dixwaze bi vî awayî jinan bide sekinandin û wiha got: “Gefên girtinê li me xwarin, gotin hûn sîxur in û em rastî gelek heqaretan hatin. Em dizanin wiha dikin ku em bisekinin lê belê em nasekinin. Bi rastî ew heqaretên ku li me kirine ez nikarim bêjim ji xwe ez behsa lêdanê jî nakim. Ji ber ku ew heqaretên ku herî zêde em pê aciz bibin li me dikin. Lê ez vê bibêjim li dijî van hemû tiştan em ê li ser lingan bin û çi dikin bila bikin wê bi ser nekevin.”