Jinên Şengalî ji bo jinên Efganî meşiyan: Em li gel we ne

Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî jînên Şengalê bi armanca piştevaniya bi jinên Efganî re meşiyan. Jinan bi gotina “Armanc ji êrîşên li ser jinê, ji bo tunekirina jin û jiyanê ye” biryardariya xwe ya têkoşînê û parastina jiyanê anîn ziman.

Şengal - Koordînasyona KJK’ê di 9’ê Tîrmehê de ji bo salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê û desteserkirina Afganistanê ya 15’ê Tebaxê ji aliyê Talîbanê ve di 3-15’ê Tebaxê de bi dirûşmeya ‘Li dijî êrîşên mêr ên hegemon em bi jinên Afgan û Şengalê re ne’ kampanyayekê destpê kirin.

Di çarçoveya kampanyayê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo piştgirî dayîna jinên Efganî meşekî girseyî lidar xistin. Meş ji meclisa jin ya Navçeya Sînunê ta çerxereya Mam Zekî berdewam kir, bi beşdarbûna hemû Meclisên Şengalê, Meclisa Jinên Ereb û Meclisa Jinên Êzidî.

Meş bi dûrişmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û rakirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YJŞ’ê û TAJÊ heya çerxereya Mam Zekî dewam kir û li wir veguherî mitîngê. Li çerxereya Mam Zekî, axaftin ji aliyê Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo ve hate kirin.

‘Ji her derê dengê jin jiyan azadî tê’

Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo da diyar kirin ku meşa wan bi armanca şermezarikirina zihniyeta zilamê hegemon e û wiha got: “Çawa di 3’ê tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê bi rengekî hovane êrîşî jina Êzidî kirin, ew tecawiz kirin û li kolanan bi rengekî hovane firotin, heman zihniyet li Efxanistanê li ser jinê zextan û êrîşan dike, tecawiz û qetil dike. Her kesekî û bi taybet jinek ku di fermanê de piştgiriya me kir û li gel me bû, em jî li gel wê ne û piştgiriya wê dikin.”

Şemê Remo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser jinan û wiha got: “Pêwîst e her kes bizanibe. Armanc ji êrîşên li ser jinê, ji bo tunekirina jin û jiyanê ye. Lê tevî hemû êrîşên li dijî jin jî, li her derê têkoşîna jinan bi dirûşma Jin Jiyan Azadî destpê kiriye, ji her derê dengê jin jiyan azadî tê. Îro serkeftin ya jinan e. Em wekî jinên êzidî çawa tune nebûn, wê li tu deverî jin tune nebe. Bijî Serok APO bijî Serok APO.”

‘Em êrîşa li ser jin qebûl nakin’

Ji kesên ku beşdarî meşê bûn Amîne Behrî Hesen ku ji pêkhateyên Ereb e ji ajansa me re li ser armanca meşê û piştgiriya xwe ya ji kampanya KJK’ê re axivî û wiha got: “Em li dijî hemû êrîşekî ne ku li ser jinê tê kirin. Talîban hêzeke li dijî jinan e. Em wekî jinên Ereb êrişan ne li ser jina Ereb ne ya Êzidî û ne ya Efxan, em tu êrîşekê li ser jinan qebûl nakin. Em hemû xwişkên hev in, ne ez û ne jinekî din êrîşa li ser jin qebûl nake.

‘Zihniyeta DAIŞ’ û Talîban yek e’

Zozan Simo ya Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser armanca meşê wisa axivî: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de ferman hat ser civaka me ya Êzidî û di 15’ê Tebaxa 2021’an de de Talîban kete Efxanistanê. Ketina Efxanistan ya di bin destê Talîban de bi xwe re kuştin, tecawiz û qedexe anî serê jinê. Îro em wekî jina Êzidî bi fikrekî nû û jiyanekî azad me êdî xwe nas kir. Xwesteka me ji bo jiyana jinên Efxan jî ewe ku li xwe xwedî derkeve, em jî li pişta jina Efxan in.”

‘Jinek azad dikare deh jinan azad bike’

Zozan Simo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi naskirina fikrê serok APO hîsê azadiyê jiyan kirin û wiha got: “Ji dema ku me fikr û felsefeya Rêbertî nas kiriye em hîsê azadiyê jiyan dikin. Lê belê ta ku serokê me di zindanan de be em azad nabin. Îro bi fikrê Rêbertî em derdikevin û doza azadiyê ji hemû jianan re dikin. Ger ku di welatekî de jin ne azad be ew dewlet ne azad de. Kampanya KJK’ê ji bo jina Efxan û Şengal pir cihê kêfxweşiyê bû ji bo me. Ji ber ku êşa me tevahî jinan yek e. Tenê jin êşa jin hîs dike. Ger ku îroj em meşan li dar dixin em ji bo jina azad dikin. Silavên min ji hemû jinên azad re heye, ji ber ku jinek azad be, dikare deh jinan bi xwe re azad bike”.

Meş bi dirûşmên ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.