Jinên Şengalê: Serkeftina Kobanê serkeftina mirovahiyê ye
Jinên Şengalê 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê pîroz kirin û serkeftina Kobanê weke serkeftina hemû mirovahiyê binav kirin.
Şengal - Di 15’ê Îlona sala 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya Dewleta Tirkiye êrîşî Kobanê û gundewarên wê kirin. Piştî 134 rojên berxwendana bê hempa ya şervanên YPG/YPJ’ê û dildarên herçar aliyê Kurdistanê, li gel şervanên enternasyonal 26’ê Çileya 2015’an Kobanê hate rizgarkirin. Ji wê rojê heya niha ala berxwedan û azadiyê li asîmanên Kobanê û tevahî Bakûr û Rojhilatê Suriyê bi heybet hatiye bilindkirin. Jinên Şengalê jî Roja Cîhanê ya Kobanê li tevahî cîhanê pîroz kirin û diyar kirin ku serkeftina Kobanê serkeftina mirovahiyê ye.
“Desthilatdar Nahêlin gel Azad Bijîn”
Jina bi navê Rihan Xidir Roja Cîhanê ya Berxwedana Kobanê pîroz kir û da zanîn ku şervanên gelê Kurd bi keda xwe cîhan ji belaya DAIŞ’ê rizgar kirin û warê xwe bi xwîna xwe avdan lê dijminê gelê Kurd dixazin destên qirêj cardin bavêjin warê pîroz û wiha got: “Em roja rizgarkirina Kobanê li tevahî gelê Kobanê bi taybet li dayikên Rojava pîroz dikin. Em tevahî şehîdên ji bo rizgariya Kobanê canê xwe feda kirine bi bîrtînin û bejna xwe li ber egîdiya wan ditewînin. Me warê xwe bi ked û xwîna zarokên xwe rizgar kiriye, lê dijmin nahêle ku gelên bindest bi azadiya xwe şabibin ji bo wê rexmê me bi keda xwe warê xwe ji qirêjiyên wan pak kiriye jî dixazin dîsa êrişî me bikin.”
“Rojava û Şengal yekin ji ber wê em şerê hebûna xwe didin”
Rihan Xidir bilêv kir ku li her deverê êrişê vîna gelê Kurd dikin lê ew weke gelê Şengalê amadene li beramberî êrîşan rawestin û wiha domand: “Niha dewleta Tirk dixwaze êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike, her wiha dixweze bi hevkariya PDK’ê peymana 9’ê Cotmehê li ser gelê me ferz bikin. Em weke civaka Êzidî, weke jinên Êzîdî em tucarê ji van dijminan re dest danayînin. Ger bixazin werin êrîşî Rojava jî bikin em weke gelê Şengalê emê bi hewara wan ve herin. Çawa di fermanê de gelê Rojava bi hewara me ve hatin em jî wê bi hewara wan ve biçin. Ji ber Şengal û Rojava yeke û em tev de şerê hebûna xwe dikin.”
“Em çalakiya dayikên li Deriyê Sêmalkan silav dikin”
Rihan Xidir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em çalakiya dayikên Rojava ya deriyê sêmalkan jî silav dikin. Tişta PDK dike ji Tirkiye ne cudatire. Ji ber li herderê dijî gerilayên azadiyê Kurdistanê şer dike û ji dijmin re rê vedike. Weke ev têrê nake niha jî cenazeyên zarokên me nadin, ev li tu dîn û ehlaqî de nîne. Em cardin PDK û dewleta Tirk Şermezar dikin. Bila dijminê me baş bizane ew çiqas bi ser me de werin emê ewqas jî berxwedaniya xwe bilind bikin û hevdû bigrin.”
“Şervanan bi rizgar kirina Kobanê cîhan parast”
Jina bi navê Perîşan Şemo jî di despêka gotinên xwe de tevahî şehîdên berxwedaniya Kobanê bi bîranî û got: “Rizgarkirina Kobanê ne tenê ji bo rojava girîng bû, ji bo hemû cîhanê wihaye. Ji ber serkeftina Kobanê serkeftina mirovahiyê ye. Şervanên azadiyê bi berxwedanya xwe lingê DAIŞ şikandin û cîhan parastin. Em kiryarên dijmin şermezar dikin, ew çibikin jî bi vîna gel û gerila nikarin. PDK naxaze gel ji bo xwe bike, ji bo wê ye ku li Şengalê pêşiya rêxistinkirin gel dibe asteng. Her wiha li çiyayên azad dibe hevalê dijmin û êrîşî gerîllayên azadiyê dike. Çi dikin bila bikin em ê xwedî li destkeftî û xeyalên şehîdên xwe derkevin û warên xwe azad bikin.”