Jinên Şengalê piştgirî dan berxwedana Rojava

Li gundê Xelef ê Şengalê çalakiya konvedanê bi armanca piştgirîdayîna berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî êraşên bi dirûşma, “Her der Rojava, her der berxwedan” di roja duyemîn de berdewam kir.

HÊVÎ ŞENGALÎ

Şengal- Di 13’ê cotmehê de Rêveberiya Xweser a Şengalê bi beşdariya hemû pêkhateyan, bi dirûşma, “Her der Rojava, her der berxwedan” çalakiya konvedanê ji bo du rojan li gundê Xelef ê nêzî sînorê Rojava li dar xist. Hemû meclisên Şengalê, sazî û dezgeh, heyeta eşayîrî û pêkhateya Ereb serdana konê çalakiyê dan û peyamên piştgiriyê dan.

Di roja duyemîn a çalakiyê de bi serdana Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Meclisa Jinên Ereb, Yekitiya Ciwanên Êzidî û Ereb berdewam kir. Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên azadiyê dest pê kir, jinên Êzidî, Ereb û ciwan peyamên piştgiriyê dan. Teqez kirin ku hebûna Rojava û ya Şengalê yek e.

‘Rojava cihê sazbûna pergala neteweya demokratîk e’

Di çalakiya konvedanê de, berdevka Koordînasyona TAJÊ Rîham Hico axivî. Rîham Hico diyar kir ku ew ji bo hebûnê têdikoşin loma dewleta Tirk êrîşê wan dike û wiha got: “Ji destpêka Cotmehê ve, dewleta Tirk êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine. Em di serî de di şexsê şehîdên Asayîşê de tevahiya şehîdan bi bîr tînin. Dewleta Tirk ya dagirker niha li ber hilweşînê ye. Ji bo ser vê yekê bigre, êrîşî gelan dike. Xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê di bin desthildariya nîzama Baasê de bû, nikaribû bi çanda xwe bijî. Mafê jiyanê nehiştibûn ji wan re lê ev 11 sal in bi pergala Neteweya Demokratîk xwe bi rêxistin kirine, xwe diparêzin û birêve dibin. Ev rêxistina wan bûye kelem di çavên dewleta Tirk de. Berê niha êrîşê Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê kir lê bi van êrîşan jî nikaribû xelkê Rojava ji ser axa wan bide koçberkirin. Niha jî rêbazeke din bi kar tîne û çavkaniyên wan ên jiyanê dike hedef. Armanc ji van êrîşan valakirina Rojavaye û pêkanîna planên xwe ye.”

‘Yan azad bijîn yan ji bo azadiyê têbikoşin’

Berdevka TAJÊ Rîham Hico îşaret bi girîngiya şerê gel ê şoreşgerî yê li hember êrîşan jî kir û got: “Gel biryar daye, dest ji axa xwe bernede û ev 11 sal in jî bi vî awayî têdikoşe. Divê dijmin bizanibe du vebijêrk li pêş gelê Rojava ye û soz dane, yan wê li ser axa xwe bi azadî bijîn, yan wê heya dawiyê têbikoşin. Weke xelkê Şengalê çi ji destên me were, em ê bikin. Ji ber xwîna me ketiye nava hev, tu kes nikare me ji hev cuda bike.”

‘Em ê dest ji jiyana bi hev re bernedin’

Li ser navê jinên Ereb ên Şengalê Fatime Ehmed jî sersaxî ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest û wiha got: “Êrîşên li ser Rojava, hovane ne û dûrî exlaqê mirovahiyê ne. Ev êrîş bi hev re jiyana gelan a li herêmê dike hedef û li dijî jiyana aştiyane ye. Ji bo ku gel bi aramî nejî, hemû çavkaniyên wan ên jiyanî û aboriyê hedef digre. Êrîşa li dijî wan li ser Şengalê jî pêk tê lê tu kes dengê xwe jê re nake. Em li dijî van êrîşan in û em ê dest ji jiyana bi hev bernedin.”

‘Heta Êzidî hebin wê Rojava tune nebe’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Korkorkî da diyarkirin ku ew ê heta dawiyê piştgiriya Rojava bikin û wiha got: “Ev 2 roj in me kon vegirtiye ji bo piştgiriya gelên Rojava, ji ber ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li ser Rojava dijwar bûne. Hemû Rojava kirine hedef, binesaziya herêmê, dibistan û xelkê wê dikin hedef. Em ê wek dayikên Şengalê, piştgiriya gelê Rojava bikin. Çawa ew heta dawiyê li ba me bin em ê jî bi wan re bin heta dawiyê. Rojava û Şengal yek in. Şengalê dikin hedef, Rojava dikin hedef lê belê heta ku Êzidiyek sax be wê Rojava tune nebe û heta ku Êzidiyek sax be wê Şengal jî tune nebe. Banga me ji hemû dewletan re ew e ku helwestek li hemberî van êrîşan diyar bikin.”

‘Rojava dizane çawa planên dijmin vala derxe’

Edûl Şemo Endama Tevgera Azadiya JInên Êzidî (TAJÊ) ji ajansa me re axivî û bal kişand ser hêz û yekitiya gelên Rojava û wiha got: “Em wekî dayikên Êzidî em van êrîşan şermezar dikin. Me kon ji bo xatirê Rojava û şehîdên Rojava vegirtiye. Em piştgiriya gelê Rojava dikin û em xwe ji wan cuda nabînin. Her cara ku Erdogan dikeve tengasiyê êrîşî Rojava dike. Ji ber ku sazî û dezgehên wê ava bûne, yekitî û hêza wê ava bûye. Rojava dizane çawa xwe birêve bibe û planên dijmin vala derxe. Çi miletekî kar û xebat ji bo axa xwe kir, dijmin wî hedef digre û ji bo wê jî êrîşî Rojava dike lê çi bibe jî wê gelê Rojava li ber xwe bide û pêşiya hemû êrîş û fermanan bigre. Rojava serî natewîne.”

‘Hebûna Rojava hebûna Êzidiyan e’

Edûl Şemo teqez kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriya gelê Rojava dikin û hebûn Şengal û Rojava yek e û wiha got: “Em jî wekî dayikên Şengalê heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê piştgiriya gelê Rojava bikin. Niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) keç û jinên Êzidî ji destên çeteyên DAIŞ’ê xilas dikin. Di fermanê de em bê xwedî û bê kes bûn. Gelê rojava bi me re rabû, dinya hemû şahidiya wê dike. Rojava ji bo mirovahiyê, li ber xwe dide û planên dijminan vala derdixe. Ji bo wê jî dijmin ji ditirse. Heta ku keç û jinên Êzidî hebin û parêzvanên Rojava hebin, wê Rojava li ber xwe bide û planên Erdogan vala derxe. Heta ku em bijîn em ê keda Rojava ji bîr nekin. Çawa di dema fermanê de Rojava bi me re bû em ê jî pê re bin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û piştgiriya Rojava dikin. Zarokên Rojava zarokên Şengalê ne jî. Hebûna Rojava hebûna me ye. Keda şehîdan wê neyê windakirin, serkeftin a Rojava ye.