Jinên Şengalê nerazîbûna xwe ya li hemberî tecrîdê anîn ziman

Jinên Şengalê Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Şermezar kirin.

 
Şengal - Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Delal Revo û Zînê Ehmed di derbarê Tecrida giran kirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn.
Endama TAJÊ Delal Revo got: “Ji ber azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelên bindest û azadî xwaze, dijmin naxwaze kesek fikrên Rêber Apo ji bo xwe esas bigire, dixaze pêşî li fikra civaka azad û demokratik bigire. Naxwazin civak bi xwe xwe rêve bibe. Ger bi jinek Êzidî tenê mabe wê fikrê Rêber Apo her hebe. Dewleta Tirk nebiserê xwe ye tevahî dewletên desthilatdar ji bo tunekirina gelê Kurd alîkarî dide, yan wî nedikarî ewqas êrîş bike.”
Endama TAJÊ Zînê Ehmed jî got: “Gel azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibîne ji bo wê, wê tucar dest ji tekoşîna xwe bernedin. Her ku diçe tecrîda li ser Rêber Apo û gelê Kurd giran dikin. Gel fikrê Rêber Apo ji bo xwe weke rêya Azadî û xilasiyê dibîne, ev jî tehdîdeke li bermberî tevahî aqilyeta desthilatdaran. Lê her ku tecrîdê girantir dikin gel bihêrs dibe û ev gel êdî bi tu awayî van kiryarên dijî Rêberê xwe napejirîne ji bo wê divê li her derê ji bo azdiya Rêber Apo dakevin qadan û tişta pêwist bikin.”