Jinên Şengalê li hemberî tecrîdê bertekên xwe anîn ziman
Jinên Şengalê diyar kirin ku tecrîda girankiriya li Îmraliyê ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike bandorê li her kesê dike û divê jin li hemberî tecrîdê hîn zêdetir hêrsa xwe nîşan bidin.
VİYAN SAİD
Sengal - Jinên Şengalê yên piştî fermana 3 yê Tebaxa 2014’an xwe ji nû ve rêxistin kirine û berpesarên çiyayê Şengalê bi keda xwe vegerandine warê jiyanê li hemberî tecrîda girankiriya li Îmraliyê ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike bertekên xwe anîn ziman.
Endama Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) Silala Qasim di derbarê tecridê de got: “Em weke jinên Êzidî vê yekê tucari qebûl nakin. Rêber Apo em ji ferman û qetilamê rizgar kirin, em ê tucari vê ji bîr nakin. Em weke jin pişti fermanê gelek guhrtin li nav me de çêbûn.
Endama TAJÊ Canê Şengalî jî got: “Dewlet tecridê giran dike ji ber Serokê me hertim aştiyê dixweze ji hemû gela re, ev jî li hesabê wan nayê. Daxwaza min weke jin ji hemû jinan heye hertim xwe li ser fikir û felsefa Serokatî perwerda bike û têkoşina xwe mezintir bike da azad jiyan bike. Bila gel hemû rabe ser piyan ji bo Serokê me ji nav çar diwaran rizgar bibe.”