jinên Şengalê li hemberî êrîşan biriyara berxwedanê dan

Li himberî gefên Hukûmeta Iraq û Hewlêrê yên li ser Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê biriyara berxwedanê da û da zanîn ku dê parastina zarok û çiyayên xwe bikin.

Şengal- 9’ê cotmeha 2020’an di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêr de lihevkirinek li ser Şengalê pêk hat. Ji wê demê ve pilan û lîstok li ser axa Şenaglê berdewam dike. Meclîsa Xweseriya Demokratîka Şengalê bi saziyên xwe re civiya, di ncivînê de nûnerên YBŞ û YJŞ'ê, Asayîşa Êzidxanê, PADÊ û TAJÊ, rêxistinên civakî yên sivîl ên Şengalê û rûspiyên herêmê tevlî jî amadebûn. Piştî civînê bi daxuyaniyek hevbeş biriyara xwe ya berxwedanê ji  raya giştî re ragihandin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi awayek xweser civiya û bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li hemberî gefan nişanda û diyar kir ku dê li hemberî hemû êrîşan xwe biparêzin.
“Emê heya dawî axa xwe biparêzin”
Daxuyaniya ku ji aliyê Sîham Şengalî ve hate xwendin wiha tê de hat gotin: “Em weke jinên Êzidî heya dawî emê axa xwe biparêzin. Ger pêwîst bike emê bi zarokên xwe re li beramberî êrîşkaran berxwedanî û şer bikin. Em civakê Êzdî bi dehan ferman li ser me re derbas bûne û hatine qetilkirin, xwestin me qir bikin lê negihêştin armancên xwe. Ji ber girêdana me bi bawerî û çanda me heye em gihêştin vê astê ji berxwedanê. Heya fermana 74’an civaka me bê rêxistin hatibûn hiştin di wir de em hatin esîr kirin û di bazaran de jinên me ji aliyê DAIŞ’ê hatin firotin.”
“Çiyayên me yên pîroz rumeta me ye”
Di berdewamiya daxuyaniyê de Sîhem destnîşan kir ku ewê serî li hemberî tu cure êrîşan nedanin û wiha pêde çu: “Piştî fermana 74’an ku Şengal  ji aliyê gerîlayên azadiyê ve hate rizgar kirin. Me xweseriya xwe ya demokratîk sazî û dezgehên xwe yê sivîl û leşkerî avakirin. Kar û xebata me li ser esasê Şengalek xweser û serbixwe tu kes serweriya xwe li ser nede meşandin, bû. Xweseriya Şengalê hêşt koçberên ji derve carek din berê xwe bidin xaka xwe ya pîroz. Ev xweserî ne li gor berjiwendiyên hikûmetên desthiladar bûn, loma rû bi rû dihêlin em rastî pilan û lîstokên bên. Daxwaza wan ewe hêzên me yên leşkerî tesfiye bikin lê bi bertekên dayik û ciwanên berxwedêr ev plan vala derxistin. Herî dawî jî artêşa Îraqê daxwaz dike derbasî çiyayên me yên pîroz bibe û hêza me li wan deran tune bike. Em van helwestan û parçekirina rêxistin û xweseiya Şengalê şermezar dikin.”
Sîhem balkişand ser pîroziya çiyayê Şengalê û wiha dom kir: “Çiyayên Şenagalê pîrozin û hebûna me temsîl dikin ew cihên parastina me ne, em qebûl nakin hêzên ji derve dest dirêjî hebûna me bikin. Em ji bo Şengalek azad û serbixwe banga piştevaniyê dikin. Em bi aşîtî û aramiyê dikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin ji ber em miletek aştîxwazin lê yên ku êrîşî li ser nirxên me bikin emê jî bertekên xwe nîşan bidin. Em jinên Şengalê bang li hikûmeta Îraqê dikin ku dev ji êrîş û tehdîtên xwe berde, lê ger ew di biryara xwe de bi îsrar be em ê jî çek rakin li ser bigirin û mil bidin hev parastina xak û çiyayên xwe li berxwe bidin û şer bikin.”