Jinên Şengalê lez dan amadekariyên 8’ê Adarê
Bi pêşengiya TAJÊ yê li Şengale bi tevlibûna hemû jinan amadekariyên 8 Adarê dest pê kirin. Jina ciwan Zezal Xêro diyar kir ku ev roj ji wan re pir pîroz e û ew ê bi kêfxweşî pêşwazî bikin.
ALMAS NAYIF-VIYAN SAID
Şengal - Bi peşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) xebatên çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Şengalê û gundewarên wê hatine despêkirin. Di çarçova çalakiyan de li hemû gund û bajarokên Şengalê afîşên li ser 8’ê Adarê hatin daliqandin. Ji bo ku hemû jin ji roja pîrozbahiyê agahdar bin û tevli pîrozbahiya 8 Adarê bibin, xebat didomin. Jinên ciwanên Êzidî ji bo tevlibûna pîrozbahiyên 8’ê Adarê bang li hemû jin û pêkhateyên Şengalê kirin.
“8’ê Adarê wê bibe wesîleya bilindkirina têkoşînê”
Zehrê Dexil a ji gundê Guhbelê hestên xwe û amadekariyên wan ên li ser 8’ê Adarê wiha anî ziman; “Me jinên Êzidî li hemû gundan afîş daliqandin. Ji bo ku 8’ê Adarê bi pêşengî û tevlibûna jinan bê pîrozkirin. Wekî jinên Ezidî me beriya fermanê 8 Adarê pîroz nedikir. Lê piştî vê me xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kir. Wekî ku me xwe ji nû ve nas kir. Em roja jinên cîhanê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Çi dibe bila bibe em ê wekî jin her dem li ser piyan bin. Wekî jinên Ezidî em xwe bi pêşengiya TAJE’yê û jinan bi rexistin dikin. Dîsa dubare 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Daxwaza me ew e ku 8’ê Adarê bibe roja mezinkirina têkoşîna jinan.”
“Ev roj ji bo me jinan pîroze”
Ciwana bi navê Xezal Xêro jî di destpêkê de vê rojê li hemû jinan pîroz kir û gotinên xwe wiha anî ziman; “Îro em jinên Ezidî li vir ji bo afîşên 8’ê Adarê kom bûn. Me afîşên xwe yên 8’ê Adarê daliqand. Em bawer dikin ku wekî jinên Şengalê em 8’ê Adarê bi coşeke mezin pîroz bikin. Ev roj ji bo me jinan gelek pîroz e. Me bi fikreke pîroz xwe bi rêxistin kir. Roja me ya îro jî li ser Şengale gefên mezin hene. Lê wekî jin em ê heta dawî li ber xwe bidin û rojên xwî pîroz bikin. Em tu carê dev jî doza xwe û şehidên xwe bernadin. Ev roj roja jinên cîhanê ye em ê jî bi coş û kefxweşî pêşwazî bikin.”
Fayiza Êdo ya ji gundê Guhbelê jî wiha axivî; “îro em li vir afîşên li ser 8’ê Adarê belav dikin. Îro me li gundê guhbel û Zorava afîş daliqandin. Em nêzî roja 8’ê Adarê dibin û wekî jin em gelek kêfxweş in. Em ê weke jinên Ezidî vê rojê bi coş û kefxweşiyekê mezin pîroz bikin. Em ê her tim li ser piyan bin û weke jin em ê rojên azad bijîn. Ez vê rojê li hemû jinan û Rêber Apo pîroz dikim.”