Jinên Şengalê konferansa jinên Êzidî silav kirin
Jinên Êzidî yên Şengalê piştgirî dan Konferansa Yekitiya Jinên Êzidi. Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Emşê Elî da zanîn ku divê ew weke jinên Êzidî li her deverê xwe rêxistin bikin û yek bûna xwe bihêz bikin.
Şengal- Yekemîn Konferansa Yekitiya Jinên Êzidi ya Rojava, bi duruşma “Bi fikra neteweya demokratik jinên Êzidî yên Rojava wê bi ser kevin” 29’ê Hezîranê li kantona Şehbayê-Bakurê Rojhilatê Suryê hat lidarxistin. Jinên Şengalê konferans silav kirin û piştevaniya xwe ya ji bo hêza ji konferansê derketî nîşandan. Li ser navê jinên Şengalê endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) diyar kir ku yekane rêya li beramberî ferman û talanê yekîtiye.
“Rêxistinbûna jinan pêşîgirtina li fermana ne”
Emşê Elî giringiya Konferamsa jinên Êzidî wiha anî ziman: “Em Konferansa jinên Êzidî pîroz dikin û em weke jinên Êzdî yên Şengalê serkeftinê ji wan re dixwazin. Ji me re ferq nake em weke jinên Êzidî li ku dibin bila bibin divê em giringî bidin yekitî û rêxistinbûnê. Ji tevahî jinan re rêxistin divê, wek jinên Êzdî me gelek ferman ditiye em her li ser lingan bûne, ji bo em fermanan nejîn divê em xwe bi hêz bikin. Em bi van pêşkeftinan gelek kêf xweş û şanazin ji ber rêxistin bûn û pêşketina jinekê bersiva fermanê ye bersiva ji tevahî dijmina re ye. Divê em weke jinên Êzidî vê yekê bizanin ger em rêxistin kirî ban wê ferman li ser me nebûba. Sedemên êş û azarên me xwe nekirina hêze. Me jî weke jinên Şengalê sazî û rêxistinên xwe avakiriye bi izna Tawisê Melek emê ji fermanan rizgarbibin û emê aramiyê li warê xwe mêvan kin.”