Jinên Şengalê ji bo agahiyekê ji Ocalan bigirin di çalakiyan denin

Jinên Şengalê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çalakiyan denin dan zanîn ku heta ew agahiyekê negirin dê çalakiyên xwe bidomînin.

NESRÎN HISÊN
Şengal - Jinên Şengalê girêdayî îiyayên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di medyaya dijital de hatibûn weşandin li ser piyanin û hemû rojan di nava çalakiyan denin. Jinan diyar kirin ku di dema fermanê de gerilayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hewara wan de hatine û li wan xwedî derketine, ew vê yekê ji bîr nakin û dê heta gahiyek jê negirin di nava çalakiyan debin. 
“Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe di nava çalakiyan debin” 
Endema Tevgra Azediya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nesrîn Hisên destnîşan kir ku ew nasekinin heta agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan negirin û wiha domand: “Em weke gelê Êzidî û jinên Êzidî heya dawiyê ji bo em agahî ji Rêberê xwe bigirin emê di nava çalakiyan debin. Weke civaka Êzidî dema ferman hat ser me tenê Rêber Apo şervanên xwe bi hewara me ve şandin em jî weke civak Êzidî emê xwedî li Rêberê xwe derbikevin û çi ji me bê xwestin emê bikin.”
Jina ciwan a bi navê Ranya Şengal jî da zanîn ku weke jinên ciwan ewê pêşengiya çalakiyan bikin û ev tişt anî ziman: “Em tecrida li ser Rêberê xwe şermzar dikin. Em wek jinên ciwanê yên Şengalê emê heya dawiyê xwedî li Rêberê xwe derbikevin. Bi saya Rêber Apo me xwe naskir û me ji nû de jiyan xwe avakir. Em niha xwe û zarokên xwe bi fikir û ramanên Rêberê xwe mezin dikin. Emê heya dawî fikrên Rêber Apo biparêzin û belavê civak xwe bikin. Em bangawaziya xwe ji mirovên azadixwaz re dişînin bila xwedî li Rêber Apo derbikevin û ji bo azadiya wî tekoşîn bikin.”