Jinên Şengalê: Em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin

Jinên Êzidî yên beşdarî merasîma fermandarên YBŞ’ê bûn anîn bi gotina “Em ê xeyalên şehîdên xwe pêk bînin” li dijî polîtîkayên qirkirin û rawestandinê têkoşînê ya dewleta Tirk pêyama têkoşîn û tolhildanê dan.

Emîra Zozan

Şengal – Li dijî civaka Êzidî ya piştî fermana 74’an ji bo car din rastî fermanê neyên xwe birêxistin kirin û di her warê de ji bo xweseriya xwe têdikoşin êrişên dewleta Tirk didome. Ji bo fermandarên Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ)  Agir Cefrî û Pîr Çeko yên ku duh bi êrişa hawayî ya dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dabûn îro Şehîdgeha Şehîd Dilgêş û Şehîd Berxwedan a Kersê ya li Şengalê merasîmek girseyî hat lidarxistin. Jinên Êzidî yên beşdarî merasîmê bûn anîn ziman ku ew ê bi polîtîkayên qetlîaman tune nebin û riya têkoşînê bidomînin.

Li du oxirkirina fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî, îro jî di demjimêrên sibehê de bi beşdarbuna sedan kesan cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Pir Çeko ji nexweşxaneya Xanesorê ya Şengalê ji bo li gor rê û resmê civaka Êzidî gel cara dawî û ji bo ku dayika wî şîrê xwe lê helal bike ew despêkê birin mala wî ya li komelgeha Dohla. Paşê girsêya ku beşdarî merasîmê bû bi dirûşmên “Şehît Namirin” û “Ey Şehît Xwîna We Li Erdê Namîne” cenazeyê ber bi Şehîtgeha Şehît Dilgeş û Şehît Berxwedan a Kersê ve birin.

Dayîkên ku beşdarî merasîma fermandarê YBŞ’ê bûn nêrîn û helwesta xwe anîn ziman.

‘Em ê xeyalê şehîdên xwe pêk bînin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Dayê Şemê Remo di despêka gotinên xwe de di şexsê Fermandarê YBŞ’ê Pir Çeko û Fermandar Agir Cerfîr de tevahî şehîdên Êzidxanê bibîr anî û wiha berdewamî da gotinên xwe: “Gazina me ji Tirkiye ji PDK’ê nîn e ji ber ji xwe ew dijmin in. Lê di nav me Êzidiyan de tê wateya ku kesên di gotin de Êzidî ne lê çand û ehlaqê xwe ji Êzdaî ne girtine hene. Divê em civaka Êzidî xwe ji wan kesan ango ji kurmê darê xilas bikin.”

Şemê Remo di dawiya gotinên xwe de bang li ciwanan kir û wiha got: “Îro du pêşengên me bun cangorî lê divê bi sedan ciwanên me navê Pir Çeko li xwe bikin navê Agir li xwe bikin û çekên wan rakin hêzên Êzidxanê mezin û bihêztir bikin.”

‘Em ê êşên xwe bikin hêz’

Meyan Borik  û Tewê Silêman jî di despêka gotinên xwe de sersaxî ji malbatê fermandarên YBŞ’ê û tevahî gelê Êzidxanê re xwest û got: “Divê tevahî Êzidî xwedî li xwîna van şehîdan derkevin û divê em soz bidin ji van şehîdên xwe re em çiqas şehîdan jî bidin her em ê xweseriya Êzidxanê avabikin û em ê tola şehîdên xwe hilînin.”

Endamên TAJÊ’ê Emşê Korkurkî û Wethê Reşo jî dan diyar kirin ku ew weke jinên Şengalê vê êşa xwe bikin hêz û taqet û xeyalên pakrewanên Êzidxanê ya Şengala xweser û azad bicih bînin.