Jinên Şengalê bi perwerde û lêhurbûnê 25’ê Mijdarê pêşwazî kirin

Şengala civaka Êzidî bi sedê salaye têde dijî herçiqasî xwestibin bawerî û dewlemendiya çanda xwe li ser vê axê biparêzin jî nekarîne di şer û fermanan de xwe ji desthilatdaran rizgar bikin. Ev yek bûye sedem bi fermanan re di civaka Êzidî de nêzikatiya li bermberî jinê jî biguhere û bi demê re jina ku di nava vê civakê de rêzan û parêzvana vê baweriyê êdî tenê bibe ya nezan û bindest. Jinên Şengalê bi perwerdeyên dibiniya TAJÊ de dibînin vê hişmendiyê diguherin û bi roniya ji perwerdê digirin li kokên xwe yên qedîm vedigerin.

 
Şengal - Jinên Êzidî yên ku asta herî jor a tundutijiyê li pêş çavê cîhanê di 3’ê Tebaxa 2014’an de jiya bi rizgarbûna warê xwe re ji bo pêşî li ferman û fikra mêr a serdest bigirin tevgera xwe Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ê ava kirin. 7 sale jinên Êzidî bênavber ref bi ref cihê xwe di perwerdeyên ku di bin banê TAJÊ’ê de tên dayîn dibin. Mijara perwerdeyên ku jin dibînin welatparêzî, jin û malbat, jin û civak, giringiya perwerdê, baweriya Êzidiyatî, dîroka jinên cihanê, hevjiya Azad, civaka demokratik û xwe rêxsitin kirin. Jinên Şengalê dibêjin: “Netenê bi bûneya roja tekoşîna cîhanî ya li bermberî tundutijiya li ser jinê, em weke jinên Êzidî di tevahî deman de perwerdeyên xwe dibînin ji ber em dizanin rêya dawî anîna li zext û koletiya li ser me tevan perwerde û xwe bi hêz kirine.”
“Em dixwazin bibin ayidê xwe”
 
Jina bi navê Jînda Şengal ya ku 13 rojin di perwerdeya fikrî de ye wiha qala giringiya xwe perwerde kirina jinan dike: “Ev 13 rojin me dest bi perwerdê kiriye. Di perwerdê de mijara serek ewe ku em jinên Êzidî xwe bixwe bikarin xwe bi rêve bibin. Em dixazin bibin ên xwe û kesek me bi rêve nebe. Berî fermanê jina Êzidî weke miroveke di qefesê de bû. Mafê wê heqê wê yê gotinê pir nebû, lê niha ne wiha ye. Di nava 7 salan de gelek guhertin çêbûn. Êdî jina Êzidî daxwaza mafê xwe dike û xwedî vîn bûye. Êdî jina Êzidî di derbarê tevahî mijaran de ew bi xwe biryaran li ser xwe dide û dev ji lêgerîna xwe ya azadiyê bernade.” 
“TAJÊ jiyana bi dehan jinan ji mirinê vegerand”
Jînda Şengla bal kişand ser giringiya xebatên TAJÊ û da zanîn ku ev tevgera jinan bûye sedem ku bi dehan jin ji rêya mirinê vegere û wiha berdewam kir: “Perwerdeyên ku di bin banê TAJÊ de tên dayîn di asteke jor de bandorên erênî li ser jin û civakê dide çêkirin. TAJÊ bi van perwerdeyan jiyana gelek jinan ji  koletiyê rizgar kir. Gelek jin hebûn ji ber sedemên cuda cuda zorahî dinava malê de dijiyan, heya hinekan dixwestin xwe bi kujin lê tevgera me xwe gihandin wan û divan perwerdeyan de wan  jinan li jiyanê vegerandin. Gelek zilamên destur nedidan jin werin perwerdê niha ew bi xwe jinan tînin tevlî perwerdê dikin. Ji ber ew jina perwerde kirî malbat jî bi xwe re digherîne di astek kêm debe zilam jî di guherîne.”
Jînda ji bo mijarên di perwerdê de tên dayîn ji ev tişt anî ziman: “Ev du rojin em mijara tundutijiyê dinirxînin, zexta mêr a li ser jinê netenê di warê fizikî de di heman demê de di aliyê derunî de jî heye. Ji bo wê ev perwerde dibin wesile ku em jin li vir tevahî pirskirêkên civakê û zexta ser xwe binrxînin û rêyên çareseriyê deynin.”