Jinên Şengalê bi diruşma Jin Jiyan Azadî Herikîn qadan

Jinên Êzidî bı boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanî bi diruşmeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê ve’ herikîn Qadan.

Şengal- Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) îsal li Şengalê 8’ê Adarê roja jinên kedkar yên cîhanê bi meşeke girseyî pêşwazî kirin. Duh jinên Êzidî û Ereb bi hevre ji Meclîsa gel ya Navçeya Sînunê heya Çerxerêya Mam Zekî meşiyan.

Di meşê de jinana alên Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, TAJÊ û hêzên Êzidxanê bilid kirin. û bi duruşmeyên Jin Jiyan Azadî, Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Berxwedana Şengalê, Bimre xîyanet qad Zindî kirin.

‘Emê Tevahî Rojên Xwe Bikin 8’ê Adarê’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Wetha Silêman 8’ê Adarê li Rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan Tevahî gerilayên Azadiyê, tevahî jinên Cîhanê , Jinên Êzidî pîroz kir û da diyar kirin ku ew weke jinên Êzidî ji bo piştgiriyeke manewî ya ji bo mexdurên Erdhejê îsal 8’ê Adarê weke şahî pîroz nakin û wiha pêde çû: “Em wek jinên ezîdî îro xwe bi fikrê Rêber Apo perwerde dikin. Ji ber wê jî tevahî rojên me 8’ê Adarê ne ji ber tevahî rojên xwe de em ji bo azadiyê tekoşîn dikin. Bi hezaran salan jin ked dide emê ji vir şunde jî ji bo civak welat û axa xwe vê kedê bidin.”  

 Endama Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşan Xezal Şengal jî 8’ê Azarê li tevahî jinan piroz kir û got: “Rêya azadiya jinan bi tekoşînê re derbas dibe.

Di dawiya meşê de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) Rîham Hico li ser navê yekitiya Jinên Ciwan yên Şengalê Sara Botan û her wiha li ser navê meclîsa jin ya Ereban jî Mamoste Emîra daxwiyanî dan. Di despêka nirxandinên xwe de roja 8’ê Adarê li Rêber Apo tevahî jinên tekoşînvan, jinên Cîhanê jinên Ereb û Êzidî Pîroz kirin û  ba kişandin li ser tekoşîna jin ya li bermberî koletî û desthilatdariya mêr di peyan de hate diyar kirin ku ew weke jinên Êzidî û Ereb wê lihember tevahî aqilên ku jin û civakê dinava taritiyê de dihêlin wê Şerbikin û wê ji bo avakirina jiyana Azad bi rihê jin jiyan Azadî tekoşîn bidin meşandin.”

Piştra bi diruşmeya jin jiyan azadî çalekiya jinan bidawî bu.