Jinên Şengalê banga baldariya xebatên hilbijartinê kirin

Jinên Şengalê yên li ser giringiya hilbijartinên Iraqê yên ku 10’ê Cotmehê despêdikin nêrînên xwe anîn ziman diyar kirin ku ew giringiyek mezin didin xebatên hilbijartinê.

 
EVÎN ZENDA
Şengal– Hilbijartinên pêşwext ên Iraqê 10’ê Cotmehê despê dikin. Şengal jî bi namzetek serbixwe dê vîna xwe di hilbijartinê de nîşan bide. Xebata ji bo serkeftinê li Şengalê dane despêkirin li hemû navçe û gundewarên wê dewam dikin. Duh jî li Serdeşta çiyayê Şengalê şahiyek hat lidarxistin. Jinên Şengalê li ser giringiya hilbijartinan nirxandin kirin.
“Em Şengalî giringiyek mezin didin vê hilbijartinê”
Cigira Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser ya Şengalê Sêvê Emo di derbarê giringiya hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de ev nirxandin kir: “Em Şengalî giringiyek mezin didin vê hilbijartinê. Ji ber ev hilbijartin ji bo me misogeriya gelek xalên pêdiviya civaka me ye. Di berê de jî em diçûn hilbijartinan lê ji me re tiştek nehate kirin. Em di wê baweriyê dene namzetê Semîr Şêx Derwêş biserbikeve. Ew dê bibe serkeftina xebata Partiya me PADÊ û hemû Şengalê. Em ê zêdetir bikarin kar û xebatên wê berfirehtir bikin.”
“Hewceye her kes di hilbijartinan de dengê xwe bi zanistî bikarbîne”
Endama  Koordinasyona Yekitiya Ciwanên Êzidî Sara Şengalî jî di despêka gotinên xwe de  giringiya PADÊ ji bo civakê Êzidî wiha anî ziman: “Gelê Êzidî di fermanê de ji bo tûne nebe tevan berê xwe dabûn sitargeha xwe Serdeşta çiyayê Şengalê. Îro jî gel li vir ji bo hilbijartinê baweriya xwe ya ji bo serkeftina Partriya Azadî û Demokratik ya Êzidiyan bi şahiyekê dide diyar kirin. Em weke ciwan û gelê Êzidî heya dawiyê piştgiriya namzetê xwe û partiya xwe dikin. Ji ber PADÊ hebûna me ye. Ger Jinosayda li ser civaka me were erê kirin wê bi PADÊ be, ger Şengala me rengîn bibe û tevahî gelê me vegerin ser erdê xwe wê bi PADÊ be, ger jinên Êzidî bi ser bikevin û ji destê çetefyên DAIŞ’ê werin rizgar kirin wê cardin bi Partıya me be. Ji bo wê em daxwez dikin ku tevahî gelê me dengê xwe bi zanistî kar bînin û pêşeroja civaka me bifikrin.”