Jinên Şehbayê li hemberî êrîşan biriyara berxwedanê dane
Jinên navçeya Şêrewa ya Kantona Efrînê êrîşên dagirkeriya dewleta tirk şermezar kirin û ev tişt anîn ziman: "Li dijî êrîş û kiryarên dewleta tirk em soza berxwedanê nûjen dikin û tucarî dev ji axa xwe bernadin."
HESNA MIHEMED
Şehba- Piştî dewleta tirk bi hevkariya komên çeteyan di 18'ê Adara 2018'an de kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî berxwedana gel a 58 rojan, dagirkirin. Bi hezaran ji şêniyên Efrînê ku dagirkeriya dewleat tirk li ser axa xwe qebûl nekirin ji warên xwe koçber bûn û berê xwe dan herêmên bi ewle. Li navçeya Şêrewa ya Efrîn û kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav wargehên koçberiyê û malên wêrankirî de welatiyên sivîl bi cih bûn bi armanca domandina xeta berxwedanê li dijî dagirkeriyê. Lê dîsa jî ji êrîş û tivingên dagirkeriyê xilas nebûn rojane welatiyên navçeya Şêrewa, bajaroka Til Rifet û gundewarên kantoan Şehbayê rastî êrîş, komkujî û gefên dewleta tirk a dagirker tên. Li hember êrîşên dagirkeriyê gel soza berxwedanê her nûjen dikin û dev ji xak û malên xwe bernadin. Jinên navçeya Şêrewa ya kantona Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn xwe li dijî êrîşan parve kirin.
Li gel êrîşan jî ji nû ve avakirina jiyanê li Şehbayê dewame
Gundê Aqîbê rojane rastî êrîşên hovane yên dagirkeriyê tên û li dijî van êrîşan gel soza nûjenkirina berxwedanê didin. Endama Meclîsa navçeya Şêrewa ya Efrînê, Cîhan Mustafa bal kişand ser êrîşên ku tên kirin û wiha vegot: "Em li navçeya Şêrewa dijîn rojane rastî êrîşên dagirkeriyê tên. Em armanca van êrîşan dizanin ku dixwazin sivîlan ji warên wan derxînin, lê gel pilanên dijmin baş nas dike loma bi êrîşên dewleta tirk bandor nabin û tucarî dev ji axa xwe bernadin. Gel xwe bi xwe parastina ax û rûmeta xwe ji êrîşên hovane dike. Mayina me li gundên xwe êrîşan vala derdixîne. Me bi hezaran pakrewan dane em ê tu carî nehêlinin dijmin derbasî xaka me bibe û xwînê zarokên me vala biçe. Ruxmî êrîşan em karê xwe didin meşandin. Em mafê xwe ya jiyanî dixwazin."
Zehmetiyên peyîdakirina dermanan
Ji ber êrîşên dagirkeriyê gelek kes birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin, li navçeya Şêrewa derfetên dermankiririna birînan gelek kême. Di derbarê derfetên tedewîkirina gel de, Endama komîteya tendirustî ya maclîsa navçeya Şêrewa Emûn Mustafa wiha vegot: "Bi rêya semîner û perwerdeyên ku me dîtine em hewil didin gel hişyar bikin di warê tendirustî de. Gelek kes bi nexweşiyên giran dikevin û derfetên dermankirinê jî gelek kêm e ji ber li Şêrewa noqteyên tendirustî tuneye, em nexweşiyên xwe derbasî Til Rifetê dikin ew jî ji me dûre. Di warê tendirustî de em gelek zehmetiyan dikşînin, lê hewl didin bi derfetên heyî re bi gelê xwe re bibin alîkar. Komeleyên tendirustî yên cîhanî jî derbasî gel me nabin ji bo pêdîviyên gel pêk bînin. Daxwaza me ew e ku derman derbasî gel welatiyan bibe ji bo pêwîstiyên wan pêk bê."
Fatimê Mihemed jî li gundê Dêr Cimêlê ya kantona Şehbayê bi cih bûye wiha êrîşên ku rastê wan tên şeremzar kir û got: "Em rojane rastî êrîş û gefên dewleta tirk a dagirker tên. Metirsînek li gel jiyana zarokan hatiye avakirin. Welatî gelek astengiyên jiyanî dikşîne aliyekê êrîş û ya din jî bihabûna ku tê jiyîn. Peyama me ji dagirkeiryê re ewe ku êdî bese koçberên sivîl hedef digire. Em bêdengiya cîhanê jî li hember êrîş û kiryarên dewleta tirk a dagirker şermezar dikin. Bêdengiya wan hevkariya Erdogan dike."