'Jinên Îraqê bi cudekarî û neheqiyê re rûbirûyî ne'
Jinên Îraqî yên ku di qadên taybet û giştî de dixebitin kêşeyên pê re rûbirû dimînin bilêv kirin û gotin: "Di nava kar de her jin bi cudekarî û neheqiyê re rûbirûyî ne. Ji bo ku karên xwe winda nekin jî nikarin van bînin ziman."

RECA HEMÎD REŞÎD
Îraq – Şertên kar ên di qadên taybet de gelek kêşeyên aborî û civakî rastî civakê tîne. Tevî pêşketinên mezin ên di qadên mafên jinan de, lê hê jî jin di qadên taybet ên kar de bi kêşeyên weke şîdet û cudekariyê re dimînin. Ev yek jî astengiyan di peydakirina kar de derdixîne. Cudakarî di warê mûçeyan de herî zêde derdikeve ku mûçeyên jinan ji yên mêran kêmtir in. Her wiha tundî jî pirsgirêka herî mezin e ku jin di kar de pê re dimînin, ev jî bandorê ser derûniya jinan dike.
Di vê çarçoveyê de divê zagonên parastina mafên jinan di cihên kar de bên aktîfkirin. Di heman demê de jîngehek ji jinan re bê avakirin ku tê de piştevaniya wekheviyê û pêşxistina jinên kedkar hebe.
'Jin bi kêşeyên cudekariyê re rûbirû ne'
Çalakvana mafê jinan Senaa El-Kenanî ku di qadên darayî ya Îraqê de jî kar dike diyar kir ku jinên kedkar rûbirû bi cudekariyê re dimînin û wiha got: "Min bi xwe cudekariya di nava qadên taybet ên kar de jiyan kiriye. Di heman demê de ev cudekarî di nava qadên giştî de jî derbasdar e û jin li wir jî bi kêşeyan re rûbirû dimînin. Dema ku em gilî dikin jî em tu sûdê nagirin ji ber ku kesên rêveber jî eynî ferasetê kesên ku cudekariyê dimeşînin, hildigrin. Di encama vê cudakariyê de gelek jin di nav de ez neçarî terikandina kar bûne. Ji ber ku bandorek neynî ser derûnî û tendrustiya min kir û bandor ser jiyana malbata min jî kir. Min ji aliyê hevalên xwe yên kar de hinek piştevanî girt, ji ber ew jî weke min di vê rewşê re derbas bûne."
'Ji bo karê xwe winda nekin jin nerazîbûnên xwe nabêjin'
Rojnamevan Wîdad Ibrahîm jî ku di qada taybet a kar de dixebite tecrubeya xwe li hember kêşeyên ku dîtine anî ziman û got: "Jin di qadên taybet ên xebatê de rastê gelek kêşe û zehmetiyan tên. Şertên kar dihêle azadiya wê sînordar bimîne. Di heman demê de rojnamevanên jin ên ku dixwazin balê bikşînin ser hin mijaran ji aliyê feraseta mêr nayên qebûlkirin. Jin ji ber tirsa windabûna karê xwe nikare nerazîbûna xwe bîne ziman. Em weke rojnamevan nikarin bi azadiya xwe kar bikin. Ev jî bandorekê ser jiyana me dike. Gelek caran ez dema nexweş dibim, tu piştevanî ji aliyê hevalên xwe yên kar de nabînim. Cudekariya di mûçeyan de jî bandorê li ser jiyana jinan dike. Mûçeya mêran her ji yên jinan bilindtir e. Eger jin zêde kar bike jî dîsa mûçeya wê bilind nabe."
'Tevî hebûna kêşeyan karê rêxistinan ji karên din baştir e'
Cîhan Mihiyo jî zêdetirî 13 salan di qada mafê mirovan ya rêxistinên navxweyî û navnetewî de dixebitî. Cîhan diyar kir ku ev qad hinek ji qadên dîtir baştir e û wiha dewamî da gotinên xwe: "Kar di vê qadê de hinekî bi ewle ye û ji xebatên dîtir baştir e. Bi saya van rêxistinan min gelek sûd di jiyana xwe ya kar de girt. Her wiha di aliyê madî de jî jiyana min baştir kir, têkliyên min bi civakê re berfirektir kir û cesareta min xurtir kir. Ji ber ku ez dayîk im û kedkar im min gelek kêşe dîtin. Divê jin hevsengiyekê di jiyana xwe ya mala û kar de ava bike. Her rêxistinek kar û zagonên wê ji rêxistinên dîtir cudatir in. Di nava rêxistinên navnetewî de betlaneya zarokanînê 6 mehan e û di nava rêxistinên navxweyî de 3 meh in. Her wiha cudekarî di nava mûçeyan de jî heye."