Jinên Îranî weke namzeta “Kesayeta Salê” hatin diyarkirin

Jinên Îranî yên beşdarî xwepêşandanan dibin dibe ku di berga kovara Time de wek “Kesayeta Salê” cih bigirin.

Navenda Nûçeyan - Kovara “Time” ya Amerîkî jinên Îranî wek namzedên “Kesayeta Salê” bo sala 2022’an destnîşan kir, ji ber ku ew çirûska serhildana gelêrî li Îranê bûn û li hemû cîhanê deng veda.

Xwepêşanderên jin ên Îranî ku ji bo berga kovara Time ya salane ya "Kesayeta Salê" namzed bûn, ji sedî 95 dengan girtin û dengdan hê jî didome.

Yekemîn jina Îranî ku di sala 2006’an de çû fezayê Anuşe Ensarî li ser hesabê xwe yê Twitterê bang kir ku dengê xwe bidin jinên Îranî yên xwepêşander.

Kesayeta Salê çapeke salane ya weşana nûçeyan a kovara Time li Dewletên Yekbûyî ye ku kes, kom, raman an tişta ku bandora herî mezin li ser bûyerên salê heye, hildibjêre.

Jinên ku li dijî tacîza zayendî tevgera cîhanî ya “Me Too” dan destpêkirin di sala 2017’an de ji aliyê Kovara Timeyê ve wek Kesayeta Salê hatin hilbijartin.