Jinên Îranê li hember tundiyê dansa “Las Tesis” kirin

Jinên Îranî bi dansa “Las Tesis” balkişandin ser tundiya rejîmê. Dansa jinan di nava demek kin de li ser medyaya civakî belavbû.

 
Navenda Nûçeyan – Li Îranê komek jinên aktîvîst ji bo protesto kirina tundiya rejîmê ya li ser jinan û polîtîkayên wan bi çavên girtî performansa “Las Tesis” a dansê nîşandan. Performansa dansê ya ku jinan ser hesabê xwe yê medyaya civakî parkirin di demek kin de pir belavbû. Bi zimanê xwe gotinên weke “polîs, daraz, hikumet û serokomar  hun hemû êrîşkarin” bi dansa “Las Tesis” nîşan didan û baldikişandin ser tundiya rejîma Îranê ya li ser jin û zarokan.