‘Jinên Îranê divê li dijî zextan serî netewînin’

Perwedekara Misrê Nur Celal der barê salvegera yekem ya şoreşa ‘Jin JIyan Azadî’ ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de nirxandin kir û got: “Divê jinên Îranê li dijî zextan serî neytewîne û têkoşîna xwe berdevam bikin.”

ASMAA FATHI

Qahîre- Jîna Emîn li Tahrana paytexta Îranê di 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyên polîsên exlaqê yên Îranê ve hate qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî li kolanên Îranê serhildana jinan li hemû cîhanê deng veda. Jinên ku agirê serhildanê pêxistin, bûn pêşengên guherînek ku neyê vegerandin. 

Dengên jinên Îranê li Misrê jî hate bihîstin. Nur Celala  ku di wezareta Misir ya ciwan, werzîş û pilanê de perwerdekare der barê serhildana ku bi qetilkirina Jîna Emînî re li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ destpêkirî de nirxandin kir û da zanîn ku li Îranê di serî de jin bi giştî azadiya gelan hatiye astengkirin û wiha got: “Li Îranê nêzikatiyên polîsan li beramberî jinê binpêkirinên cûda derdixwe holê. Li dijî gelê ku li dijî vê yekê radibin polîtîkayên zextê dixin dewrê, mirov bi hêcetên cûda digrin, pêvajoyên darazandinê bi awayek edlane nayên meşandin. Cezayên ku tên dayîn ji sûcên ku tên îdeakirin mezintirin. Azadî û maf weke sûc tên dîtin. Bi taybet li welat nêzîkatiyên beramberî jinan, cil û berg, fikir û di mijara awayê jiyanê de quralên hişk hene. Der barê jinên ku tên darazandin de biryarên bê edalet tên dayîn.”

‘Mudaxeleya mafê mirovan pêwîste’

Nur Celal destnîşan kir ku jin di nava malê de rastî tundiyên hin zêdetir tên û wiha dom kir: “Hemû hewldanên li beramberî vê rigiriyê ji weke sûc tê dîtin. Ew rewş jî giha halê ku divê acil were parastin, piştî piştgiriya ku li Îranê ji bo mafê xwe bi destbixin mudexeleya mafê mirovan pêwîste. Ger em werin ser serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emîn destpêkirî, di dema şoreşê de mirov rastî zextê hatin, li dijî gel hemû mudaxeleyên dijwar hatin girtin. Di xwepêşandanan de gule li gel hatin reşandin, gazên dijwar hatin karanîn û hemû curên zextê xistin dewrê. Rewşên ku ne li gora mafê mirovane derket holê.”

‘Berpirsyartiya mezin dikeve ser milê civaka navnetewî’

Nur Celal diyarkir ku rêbazên zextên ên li Îranê tê pêkanîn li dijî vê rawestandin bi serê xwe mînakek ya qehremantiyê ye û wiha got: “Li dijî zextan ew hêz û cesareta ku gel nîşan daye divê neyê jibîrkirin. Ên ku bejdarî serhildanê bûne bi canê xwe ji bo ev şoreş bi serbikeve xebat dan meşandin. Sehneyên ku hêrs û wijdana hemû kesên ku bi pirsgirêka jinê ve mijul dibin hate jiyankirin. Ji bo şoreşa li Îranê bigihe serkeftinê dem û hewldan pêwîste. Ji ber hikumeta ku li wêderê di mijara guhdarkirina aliyê din de keyfî nêz dibe. Li dijî van zextên ku gel û hemwelatiyan ji mafê wan ên bingehîn tên bê par hêlan berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê civaka navnetewî.”

‘Divê jin cerîbandinên xwe parvebikin’

Nur Celal bal kişand ser giringiya diyalogê di çareserkirina pirgirêkan de û da zanîn ku dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li Îranê ne tenê dirûşmeyek ji bo jinane û ji derveyî sînoran piştgiriyê didin hev û wiha got: “Der barê zextên li Îranê li çar parçeyên cîhanê gelek kes bejdar bûn, derbarê vê pirsgirêkê de dengên xwe bilind kirin û ji bo destê alîkariyê dirêjî rizgariyê bikin zext kirin.”

Nur Celal zext û tundiya li dijî jinên Îranê tê bikaranîn şermezar kir û bang li jinan kir û got: “Jinên li welatên cîhanê, li gel jinên Îranê di nava danûstandinê li welatên wan de anîn ziman. Femînstên li Misir û li her çar parçeyên cîhanê divê ceribandinên xwe bi jinên Îranê re parve bikin. Bi taybet jinên Misrê jibo dîroka jiyana xwe ger ew têkoşîan ku kirin bigrin berçavan, di pirsgirêkek wisan de dan û standin cerbandinan ez difikirin ku bandorek ya wê  hebe.”

Divê hîn zêdetir hişmendî ava bibe

Nur Celal destnîşan kir ku di govendên Îranê de demarên hêviyê di teyîse, tevgerên ku her tên kirin qêrînên bi dengên bilind, dema ku şert û merc asan bûn bûye îşareta ku pêşerojek cûda li benda hemû kesane û divê jin li mafê xwe bi pirsin û li dijî zextên ku li beramberî wan tê pêkanîn serî netewînin û wiha got: “Divê jinên Îranê bi sebir bin ji ber di vê mijarê de kes û kombûn pêwîste. Divê jin tiştên ku jiyan kirine bi nivîsin û ji hemû welatên cîhanê re parev bikin. Ji bo pêkanîna edaletê piştevaniya di nava gel û bi taybet jinên ciwan de gelek giring e. Divê bi çalakvanên mafê mirovan yên li herçar parçeyên cîhanê têkilî were avakirin. Tiştên ku li Îranê qewîmin hîn zêdetir werin şermezarkirin, êşên ku hatiye jiyankirin derbikevin holê. Bi taybet li seranserî cîhanê kesimek mezin yê kesan der barê vê mijarê de ji ber ne xwedî zanyariyên têrkerin gelek giring e.”