Jinên Îranê di kovara Tîme de bûn ‘Lehengên Salê’

Ji ber serhildanên Îranê ku bi pêşengiya jinan dest pê kirin û nêzî sê mehan bi beşdariya hemû beşên civakê ve didome; Kovara Tîme ya ku her sal kesayetên salê hildibjêre îsal jinên Îranê hilbijart.

Navenda Nûçeyan - Kovara Time her sal “Kesayetên Salê” û “Lehengên Salê” hildibijêre. Kovarê îsal jinên Îranî wek “Lehengên sala 2022’an” îlan kir û dirûşma "Jin jiyan azadî" jî wekî sembola kesên ku guhertinê dixwazin bi nav kir.

Di 7’ê Kanûnê de Kovara Time kesek an komek kesan wek Kesayetên Salê û  Lehengên Salê destnîşan kir. Kovarê îsal jinên Îranî wek “Lehengên sala 2022’an” îlan kir.

Kovarê jinên Îranê xwenda û azadîxwaz bi nav kir

Di gotareke ku di kovara Time de der barê têkoşîna jinên Îranê de hatiye weşandin de wiha hat gotin: “Îro jinên Îranê bi rakirina hîcabê li dijî cil û bergên ku ji aliyê rejîmê ve li ser wan hatine ferzkirin, têdikoşin. Di Çileya 2016’an de, jina ciwan a bi navê Vîda Miwehid, bêyî ku porê xwe veşêre li yek ji navendên herî qelebalix ên Tehranê li Kolana Cenbal hilkişiyabû ser sehneyê û şalekî spî bi darekî ve girê dabû.”