Jinên Êzidîxanê di meşa 25’ê Mijdarê de peyama bilindkirina têkoşînê dan

Jinên Êzidxanê bi boneya 25’ê Mijdarê ji ber dibistana Sor a ku ji bo wan watekek wê ya cuda heye meşiyan û peyama xurtikirina têkoşînê dan.

Şengal - Ji 18’ê meha Mijdarê ve Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo pêşwazîkirina roja cîhanê ya têkoşîna li hemberî şîdeta li ser Jinan di nava çalakiyan de ne. Ji wê demê ve ji bo jinên gundewaran semîner hatin lidarxistin. Bi heman wesîleyê jin meşiyan. Meşê ji ber dibistana Sor a ku dikeve navenda bajêr dest pê kir. Meşvanan alên TAJÊ, pankartên “Bi Rêxistin û Têkoşîna Jinan Em ê Rakin Tola Hezaran Salan” û wêneyên jinên têkoşer bilind kirin. Piştî ku meş gihîşt çerxeriya Yermok a nava bajêr Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Riham Hicû li ser girîngiya rojê axivî. 
“Roja tolhildana jinan”
Riham di axaftina xwe de roja 25’ê Mijdarê weke roja tolhildan û berxwedana jinan bi nav kir û got “Em di vê rojê de rexnedayîna xwe ji hemû jinan re didin. Jin ne tenê di vê rojê de rastî şîdetê tên. Ji dîrokê heya roja me ya îro rû bi rûyê şîdet û koletiyê tên. Dibe ku rêbazên şîdetê li hemû welatan wekî hev nebe lê belê bi heman zîhniyetê ye ku cewhera jinan dikin hedef. Em weke Jinên Êzidî rû bi rûyê gelek rê û rêbazên şîdetê hatin. Ya herî mezin jî fermanên ku li ser civaka me hatin meşandin e. Ji ber ku di her fermanek de her dem jin hatibûn hedefgirtin. Lê îro piştî xwegihandina fikra azadiyê di bin sîwana TAJÊ de jin bûne xwedî îrada û hêz. Jinên Şengalê hêza xwe bi navê YJŞ’ê ava kirin û li hemberî çeteyên hov ên bi navê DAIŞ’ê şer kirin. Ji îro û pê ve ev têkoşîn wê xurtir be û berdewam bike. Em ê di vê biryara xwe de bi înad bin heya ku em cihê jinên Êzidî yên pêşeng di baweriya me de bidin wan.”
Ji beşdarvanên meşê Endama TAJÊ Emşê Xidir diyar kir ku rê û rêbaza şikandina şîdeta li ser jinan ji perwerdekirina dayik, bav û zarok dest pê dike û got: “Ev roj hêzek ji hemû jinan re ye ku li hemberî zordariyê rabin û denge xwe bikin yek. Lazim e dayik xwe perwerde bikin, fikra xwe ya azadiyê mezin bikin da ku bikaribin zarokên xwe li ser esasekî rast mezin bikin û em bi hev re weke civak li pêşiya zilim û şîdeta li ser jinan tê meşandin radiwestin.”  
Meş bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî ’ bi dawî bû. 
Hêjayê bibîrxistinê ye ku dibistana Sor a meşa jinên Şengalê ji wir dest pê kirî, di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an de jinên Êzidî yên ku hatibûn revandin li wê dibistanê kom dikirin û difrotin hev. Ji ber vê yekê destpêkirina meşê ji wê dibistanê weke peyameke ji aqilê dewletê yê zilamsalar re bû, nîşan dida ku jinên Êzidî bi hêz û îrade bûne.