Jinên Êzidî xwe Perwerde dikin
Piştî fermanê jinan dibiniya xwaseriya demokratik a Şengalê de xwe ji nû ve rêxistin kirin û her meh dewreyên perwerdê yên xweser didin despêkirin.
ELMAS NAİF
Şengal - Jinen Êzidî êşên fermanê vegerandine hêzê li Şengalê bi sîstema xwaseriya demokratik xwe rêxistin dikin. Ji bo avakirina pergalak demokratik pewîstî bi kesayetên perwerdekirî heye. Ji bo wê di nava sîstema heyî ya Şengalê de herî zêde perwerde heye. jinên Êzidî jî wek pêşengên wê sîstemê di nava perwerdê de rolek mezin girtine. Di pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de, li Şengalê her meh dewreyên perwerdê tên dîtin. Di vê mehê de jî perwerde bi beşdarbûna 15 jinan despêkiriye. Dewra ku 10’ê mehê hatiye vekirin heya deh rojan berdewame.
Di perwerdê de şêwaza jiyanê, jîneolojî, dîroka têkoşîna jin, baweriya Êzdatî, sosyolojiya civakê û gelek mijarên cuda tên dîtin. Beşdarbûna perwerdê bi dayikên temen mezin heta jinên ciwan bê sînorê temene. Herikandina perwerdê li ser avakirina jiyanek nû, lêgerîna cewhera jin û guhdar kirina tecrûbên dayikan ten meşandin. Ji perwerdêran Nesrîn Hisen di der barê perwarda dibînin de axivî.
Nesrin got: “Ev 2 rojin perwerda me despê kiriye û bi giştî 10 rojin. Em tişten nû fêrdibin. Me jinên Êzidî herî zêde ferman û zilma zilam dîtiye. Eger berî fermanê em perwerde kirîban me dê xwe parastiba. Eger jinên Êzidî zanîbana çek bikarbîne nediketin destê DAIŞ’ê. Ji ber bêrêxistinbûna me ewqas jinên Êzidî ketin destê DAIŞ’ê. Pîştî fermanê me xwe rêxistin û perwerde kir, em êdî nahêlin li ser me zilim bê kirin. Jina tê perwerdekirin dikare rolek mezin di ciwakê de bilîze. Jinên Êzidî bi perwerdê di nava sîstema xweseriya demokratik a Şengalê de cihê xwe digre.”