Jinên Êzidî wê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadan bin

Jinên Êzidî yên li Şengalê gav bi gav pergala xwe ava kirin û her ku diçe bihêztir dikin, li dijî her cûre tûndiyê têdikoşin û têkoşîna xwe vediguherînin tolhildana jinên Êzidî yên bi destê DAIŞ’ê hatine qetilkirin.

EMÎRA ZOZAN

Şengal – Jinên Êzidî yên bi fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê rastî êriş û tûndiya herî mezin hatin, roj bi roj bi avakirina pergala xwe ya parastinê di hemû qadên jiyanê de li dijî tundiya mêr-dewletê têdikoşin. Jina ciwan Nîdal Hemo ya di navenda çand û hunera Stiya Nexşan de cihê xwe digire bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Tekoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê axivî, qala têkoşîna jinên Êzidî ya li dijî her cûre tundiya li ser jinê tê meşandin kir û destnîşan kir ku ew ê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.

‘Di nava civaka me de zexta li ser jinan zêde bû’

Nîdal Hemo qala rewşa jinên Êzidî yên beriya avakirina pergala xwe ya xweparastin û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî kir û wiha got; “Di nava civaka me de tundîtûjiya li ser jinan di asteke bilind de bû. Herî zêde jî di nava civakê de zewaca di temenê biçûk û pirzewacî heye, ev mijar mijarên bi êş in ji ber yên herî zêde di civakê de tên pelçiqandin jin in. Dema jin di temenê xwe yê biçûk de dizewicin, hê zarok in, zarokan tînin dinê û gelek jin hene piştî wê tên berdan, bi vî awayî hem jin hem jî zarok zerarên mezin dibînin. Ev bûyerên wiha herî zêde berî fermanê hebûn lê mixabin hê jî tune nebûne. Berê mafên jinan di gotin û biryarê de zêde tunebû mînak hunermendên jin nîn in ger hebin jî kêm in yan jî veşartî ne ev yek ji zexta mêr û pergalê ya li ser jinan tê.”

 ‘Em ê li qadan bin’

Nidal Hemo di dawiya gotinên xwe destnîşan kir ku ewê heya dawiyê têkoşîna azadiyê bimeşînin û got; “Em weke ciwanên Êzidî piştî fikrên Rêber Apo me naskirî me dît ku aqilê mêr çawa bi riya hunerê jinan dikin kole, tenê weke fetwayek di reklam fîlm û klîban de didin pêşandan. Ev yek jî feraseta mêr a ku jinan tenê weke fizîkî bi kar tîne fikir û hestên wê nas nake dide diyarkirin. Em bang li tevahî jinan dikin ku li hemberî vî aqilê mêr çand û cewherê xwe biparêzin û di 25’ê Mijdarê de li qadan bin, tekoşîna xwe ji bo azadiyê daîmî bikin.”