Jinên Êzidî û Ereb ji bo 8’ê Adarê meşiyan

Bi sedan jinên Êzidî û Ereb yên Şengalê bi dirûşmeya, ‘Jin Jiyan Azadî’ li navçeya Sinûnê ya Şengalê ji bo 8’ê Adarê meşiyan.

Şengal – Jinên Êzidî û Ereb bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanî, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) meşeke girseyî li Sinûnê ya navçeya Şengalê lidarxistin. Bi sedan jinên Êzidî û Ereb bi cil û bergên gelerî beşdarî meşê bûn.

Di meşê de alên TAJÊ û YJŞ’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên jin, pankartên bi nivîsa, ‘Emê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, hilînin tola 74 fermanan’ bi zimanê Kurdî û Erebî hatin rakirin. Her wiha pankartek wêneyê dema fermanê ku li ser, ‘Ji bîr kirin xiyanet e’ hatiye nivîsîn jî hatin rakirin. Meşa ji ber Meclîsa Gel a Sinûnê destpêkir, heya çerxerêya Mam Zekî Şengalî bi dirûşmeyên, ‘Jin Jiyan Azadî’ dewam dikir. Jinên Êzidî û Ereb dirûşmên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.

Piştî girse gihişt çerxerêya Mam Zekî, daxuyaniya çapemeniyê bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen û Berdevka Meclîsa Jinên Ereb Fatime Mistefa ve hate dayîn.

Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen di destpêka daxuyaniyê de 8’ê Adarê li her kesî pîroz kir û wiha got: “Em bi silogana jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve dicing û 8’ê Adarê ve li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Bi coş û hezkirin em tekoşîna hemû jinan silav dikin. Em vê rojê li şehîdên tekoşîna azadiyê û li Rêber Apo pîroz dikin ku bi ronahiya fikir û felsefa xwe pêşiya jinê ronî kir û bû rêhevalê jinê yê rast. Em li jinên êsîr pîroz dikin. YJA STAR, YJŞ û YPJ pîroz dikin. Dijmin jî dizane ev roj ji bo me çi qasî girîng e ku wek roja berxwedanê tê dîtin. Ji ber vê yekê her sal di vê mehê de jinên berxwedêr hedef digirin ên weke Nazê û Jiyanan. Lê êrîşên dijmin ên tirsonek ê li ser civaka me nikare li ser jinên weke Nûjiyan, Jiyan û Nazêyan ji nav me xilas bike. Nikarin pêşiya jinan bigirin.”

‘Em hemû jinan dawetî têkoşîna azadiyê dikin’

Riham Hesen di dawiyê de bal kişand ser jinên ku di fermanê de esîr hatin girtin û wiha got: “Di fermana 2014’an de gelek jin hatin revandin û heta niha jî çarenûsa gelek ji wan ne diyar e ku mînaka vê fermanê di cîhanê de nîn e. Bi zîhniyeta mêr bi destê DAIŞ’ê bi aşkera dijminatiya jin hat kirin. Jin di vê fermanê de hedefa yekemîn bû. Di esasê xwe de 8’ê Adarê ji bo me jinên êzidî roja têkoşîn û berxwedanê ye, roja parastin û pêşîlêgirtina fermanan e. Em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo rizgarkirna jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de soza xwe ya têkoşînê dubare dikin û em ê her di nav têkoşînê de bin. Bi wesîleya vê rojê ji çi ol û baweriyê dibe bila bibe em hemû jinan dawetî têkoşîna azadiyê dikin û em dibêjin dê azadî bibe para hemû jinan.

Daxuyanî bi dirûşiman bi dawî bû.

‘8’ê Adarê bi çalakiyan pêşwazî dikin’

Cîgera Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Cakilîn Hisên ji ajansa me re axivî û got: “Em di serî de 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û jina Êzidî pîroz dikin. Ji bo me 8’ê Adarê pîroze. Ev çend sal in ku weke keç û jinên Êzidî me bihîstiye ku rojek bi navê 8’ê Adarê heye û roja jinan e. Piştî fermanê me bihîstiye. Di roja 8’ê Adarê de jinên ku mafê wan dihate xwarin serî rakirin û ji bo wê jî hatin qetilkirin. Ji bo wê jî her sal ev roj weke roja tekoşînê tê pîroz kirin. 8’ê Adarê li Şengal jî her sal bi semîner û çalakiyên renge reng tê pîroz  kirin.”

‘Emê bi rihê 8’ê adarê tola jinên êsîr rakin’

Cakilîn Hisên di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser jinên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne û got: “Jina Êzidî di fermanê de zehmetî dîtin, hatin girtin û firotin. Emê ji bo tola wan jinan rakin û emê wan xilas bikin. jinên ku ketine dest de zilim û zorekî mezin kişandine û ola wan hatiye guhertin. Bi rihê 8’ê Adarê emê liber xwe bidin ji bo ku em karibin pêşengtiyekê bihêz ji gelê xwe re bikin. di civaka Êzidî de jin pir giring û pîroze. Ji bo wê jî di hemû fermanekê de destpêkê jinê dikin hedef. Em 8’ê adarê li jinên êsîr hemûyan pîroz dikin.”

‘8’ê adarê roja tekoşîn û serhildanê ye’

Nof Şerabî endama Meclisa jinên ereb axivî û roja 8’ê adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “8’ê adarê ne tenê rojeke ji rêzê ye, roja tekoşîn û berxwedanê ye. Roja herî xweş ji bom e 8’ê adarê ye. Jin lazime hemû rojên xwe bike 8’ê Adarê. Bi saya fikirê Rêber Apo me 8’ê Adarê nas kir û me riya azadiyê dît. Roja jinê ya cîhanê em li Rêber Apo pîroz dikin. Jin hêz e û bihêz e ji bo wê jî pêwîste li ber xwe bide û roja xwe pîroz bike.”

Welat Cano endam meclisa jin 8’ê Adarê li hemû jinên şoreşger û jinên cîhanê pîroz kir. Di heman demê de silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rêkir û 8’ê adarê lê pîroz kir.