Jinên Êzidî û Ereb dê bi rihê serhildanê 8’ê Adarê pêşwazî bikin
Jinên Êzidî û Ereb ku derbarê 8’ê Adarê de axivîn, diyar kirin ku 8’ê Adarê roja serhildan û serkeftina jinan e, bang li hemû jinên cîhanê kirin ku li dijî zor û zordariyê serî rakin.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 25’ê sibatê de bi beşdarbûna dehan jinên Êzidî û Ereb, li Sûka Kevn a Şengalê bi daxuyaniyek starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşma ‘Em bi Jin-Jiyan-Azadî nirxên şoreşa jinan biparêzin’ da û bernameya xwe ya çalakiyan aşkera kir.
Têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, endamên Tevgera Jinên Êzidî û Tevgera Jinên Ereb, ji ajansa me re axivîn. Jinan bang li hemû jinên dinyayê kirin ku li dijî zilm û zordariyê rabin ser xwe û dengê xwe bilind bikin.
‘Me bi naskirina Rêber Apo û fikrên wî, xwe nas kir’
Jina Ereb Solîtana Eswa da zanîn ku ew piştî naskirina fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her sal bi ruhê serhildanê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin û wiha got: “Me bi naskirina Rêber Apo û fikrên wî, xwe nas kir û em tevlî kar û xebatan bûn. Ji bo 8’ê Adarê lazim e hemû jinên cîhanê rabin ser piyan û vê rojê pîroz bikin.”
‘Em 8’ê Adarê li Serok Apo pîroz dikin’
Jina Êzidî Emşê Korkorkî diyar kir ku lazim e jin li ku dibin bila bibin, piştgirî bidin hev û ev tişt anîn ziman: “Em jinên Êzidî û Ereb, piştgirî didin hev û bi hev re têdikoşin. Îro em li çar perçeyên Kurdistanê û li her derê cîhanê jin bi fikr û felsefeya Serok Apo têkoşîna azadiyê dimeşînin. Ez bang li hemû jinan dikim ku li her derê 8’ê Adarê pîroz bikin. Em bang li jinan dikin, bila netirsin îradeya wan heye, dikarin li dijî her êrîş û tundiyê têbikoşin. Li ser vê esasê em di serî de 8’ê Adarê li Serok Apo û hemû jinan pîroz dikin û silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin.”
8’ê Adarê roja serhildanê ye
Jina Êzidî Rîhan Xidir destnîşan kir ku 8’ê Adarê rojeke pîroz e, roja jinan e, roja serhildana jinan e û wiha got: “Em ê bi cil û bergên xwe yên pîroz 8’ê Adarê pîroz bikin û hêvî dikim hemû jin wê rojê li dijî zilm û zordariyê rabin ser piyan û dengê xwe bilind bikin. Ji hêla din ve jinên Êzidî piştî naskirina fikr û felsefeya Rêber Apo ket ferqa zanîna xwe. Em hêvî dikin ku jin li ser vê fikir û felsefeyê xwe hîn xurtir bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.”
Banga ji bo jinên cîhanê
Jina Êzidî Sêvê Kito jî balkişand ser girîngiya 8’ê Adarê û bangek wiha li jinan kir: “8’ê Adarê roja serkeftina jinê ye. Lazim e her jin li ku derê be rabe ser piyan. Bangawaziya me ji bo hemû jinên cîhanê bila rabin, li ber xwe bidin û bes e, bila bindestiyê qebûl nekin.”