Jinên Êzidî û Ereb 8’ê Adarê bi coşek mezin pîroz kirin

Li Geliyê Kersê yê Şengalê jinên Êzidî û Ereb bi hev re 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi coş û heyecan hat pîroz kirin. Di peyaman de soza bilindkirina têkoşînê hatin dayîn.

Şengal-8’ê Adarê li bexçeyê Serok Apo yê Geliyê Kersê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Şahiya rojê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre peyamên tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê hatin dayîn.

Di peyaman de 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû jinên şoreşger û yên cîhanê hat pîrozkirin û hat diyarkirin ku wê têkoşîna xwe heta azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi dest bixin û xweseriya Şengalê misoger bikin bidomînin. Her wiha soz hat dayîn ku ji bo rizgarkirina hemû jinên dîlgirtî tekoşîn û berxwedanê bilind bikin.

Koma govendê ya navenda Sitiya Nexşan bi govendeke gelêrî derket ser dikê û govenda xwe pêşkêş kir. Di heman demê de hunermend Îda Şingalî û Zîno derketin ser dikê û bi dengê xwe yê xweş û zelal coş û heyecana jinan zêde kirin.

‘Jinên Êzidî li çand û baweriya xwedî derdikevin’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Hico axivî û got: “Em vê rojê li hemû hêz û yekîneyên parastinê û li hemû endamên rêveberiya xweser û TAJÊ pîroz dikin. Em li malbatên şehîdan pîroz dikin. Roja 8’ê Adarê roja têkoşîn û berxwedanê ye roja qêrîna jinan e. Li Şengalê berxwedaniya ku tê meşandin bi pêşengiya TAJÊ ye. Îro jinên Êzidî careke din çand û baweriya xwe diparêzin û xwedî li nasnameya jinan derdikevin. Ji bo wê jî em li hemû jinên azadîxwaz û yên şoreşger pîroz dikin.”

Li ser navê YJŞ’ê jî Hêza Şengalî axivî û wiha got: “Di serî de em 8’ê Adarê li Rêber Apo û li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Hesteke xweş e îro dirûşmên jin jiyan azadî bi hestên azad ji çiyayên Şengalê bilind dibin. Li ser fikir û felsefeya Rêber Apo jin pêşengiyê dikin û hêza xwe ava dikin. Îro jin bi dengê xwe hebûn û zanista xwe kar û xebatan didin meşandin. Em jî weke YJŞ’ê heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi dest nexin em ê ranewestin.”