Jinên Êzidî peyam dan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin

Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê li Şengalê meşeke girseyî hat lidar xistin. Jinên beşdarî meşê bûne pêyama “Em ê dest ji têkoşînê bernedin” dan.

Şengal – Pêkhateyên Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser, ji bo protestokirina Komploya navnetewî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî civaka Êzidî ku ji aliyê PDK, dewleta Tirk û Kazimî ve hatibû îmzakrin, meşek girseyî li darxistin.

Di meşê de li gel welatiyên Êzidî û Ereb, Heyeta Eşayîrî ya Şengalê, TAJÊ û rêxistina ciwanan jî amade bûn. Jin û ciwan pankartên bi zimanê Kurdî û Erebî yên ‘Azadiya Rêber Apo azadiya Şengalê ye’ û ‘Ji bo Rêber Apo Azadî, ji bo Şengalê Xweserî’, ‘Komploya li dijî Rêber Apo, fermana li ser Şengalê ye’ bilind kirin.

Girseya gel ya ji ber Meclîsa Gel ya navenda Şengalê meşiyan, heya Dewra Yermûk ya bajêr meşiyan û paşê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniya çapemeniyê bi deqîqeyek rêzgirtin destpê kir.

‘Di salvegera roja komployê de, êrîşên dewleta tirk zêde bûn’

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji aliyê Rîham Hesen ve hate xwendin Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Em li ser navê civaka Êzidî û tevahî pêkhateyên li Şengalê  komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo  şermezar dikin. Bi salane di bin tecrîdeke girankirî de ye. Bi şidandina tecrîdê re, dewleta Tirk êrîşê hemû gelên azadîxwaz yên xwe li ser fikra Rêber Apo rêxistin dikin, dike. Bi heman armancê wek berdewamiya komployê di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîş birin ser Rojava û hemû sûcên dijî mirovahiyê li vê herêmê pêk anîn. Di van rojan de careke din dewleta Tirk êrişê Rojava dike.”

‘Desthilatdar dixwazin Êzidiyan ji kokê rakin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê li fermanê girtiye û wiha hat gotin: “Êzidî piştî ku di komkujiyan re derbaz bûn, xwe li ser fikrê Rêber Apo rêxistin kir û bi fikrê Rêber Apo pêşî li fermanê girt. Lê hêzên desthildar ku dixwazin Êzidiyan ji kokê rakin, li dijî vê rêxistina Êzidiyan derketin û xwestin Êzidiyan ji holê rakin. Peymana 9’ê Cotmehê ya navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, di vê çarçoveyê debû. Di Rojhilata Navîn de gelek komên baweriyan, gelên bindest hene û desthilatdar zilmê li wan dikin. Şagirtên Rêber APO ji bo dawîkirina vê zilmê, çi ji destê wan tê dikin. Ji bo azadiya wan têdikoşin, bi hawara wan ve diçin û wan rêxistin dikin. Ji bo ev komên olî û gelên bindest azad nebin, aliyên desthilatdar jî li hemberî fikra serokatî derdikevin û naxwazin ku ev xeta îdeolojîk serwer bibe. Bi vê peymanê dixwazin keda şehîdên me û axa bi xwîna zarokên Êzidiyan hatiya rizgakirin, ji destê Êzidiyan derxin. Ev ji mere ji fermana 3’ê Tebaxa 2014’an xetertire, lê em ne ew kesên beriya niha ne. Emê li ber xwe bidin û çawa heya niha me nehiştiye ev peyman pêk bê, ji nehe  û pêde jî em ê li ser xeta şehîdan bin û emê destkeftiyên xwe heya dawî biparêzin.”

‘Jina Êzidî dikare hemû pîlanên qirêj ên li ser Şengalê vala derxe’

Paşê bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  Şemê Remo wiha axivî û got; “Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Apo û tecrîda li ser wî ji hev ne qût e. Bila civaka Êzidî bibîne ku îro jina Êzidî çawa dikare xwe birêxistin bike, xwe birêvebibe û li ber planên dijmin bisekine. Jina Êzidî îro, dikare hemû siyaseta qirêj a li ser Şengalê tê meşandin vala derxe. Em dikarin li hemberî her tiştekî bisekinin. Bila gelê me baş bizane ku îro em bi fikir û felsefeya Serok Apo çawa xwe rêvedibin. Jina Êzidî bi vî fikrî li ber fermanan disekine.”

‘Em ê rê nedin peymanên wan pêk werin’

Herî dawî jî bi navê Heyeta Eşayîrî ya Şengalê Seydo Girû axivî û diyar kir, ew weke gelê Ereb û civaka Êzidî heya niha nehiştiye peymana 9’ê Cotmehê ya dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê pêkwere û ji vê tekoşînê wê gav şûnve ne avêjin.

‘Komploya li ser Rêbertî li ser Rojhilata Navîn e’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Neam Bedel ji ajansa mere axivî û wiha got: “Ev bû 25 sal ku serokatiya me di nava çar dîwaran de ye. kompiloya li ser serok li ser rojhilata navîn û herçar perçeyên Kurdistanê bû. Em dixwazin bi riya vê meşê dengê xwe bigînin cîhanê û kompilo û tecrîdê bişkînin. Bi berxwedan û tekoşîna civaka Êzidî emê dîwarên imraliyê bişkînin. Di 9’ê cotmehê de êrîş birin ser Serê Kaniyê û Girê Sipî. Di heman demê de di 9’ê cotmehê de peymanek navdewletî li ser Şengalê imza kirin. Ne tenê Hewlêr û Bexda bûn, pir dewlet yek ji wan jî Tirkiyê bû ku ev peyman danîn. Peymanek li ser Êzidiyan imze kirin ji bo ku qirkirina Êzidiyan bînin. Emê tu carî nehêlin ku desthilata PDK’ê li ser civaka Êzidî pêk bê û dîsa civaka me qir bikin û emê nehêlin ku peymana 9’ê cotmehê pêk were.”

‘Bi tekoşînê em ê bigihîn armancên xwe’

Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen ji ajansa mere axivî û wiha got: “Roja 9’ê cotmehê ji bo civaka Êzdî rojeke gelek giran e. Ji ber ku komploya navnetewî di rojeke weke vê rojê de li ser Rêber APO pêkhat ku ev 25 sal in Rêberê me di nava 4 dîwaran de ye û dibin tecrîdekê giran de ye. Ji dema komployê ta niha plan û lîstokên qirêj xilas nebûne ji aliyê desthilatan ve. Em ê dest ji tekoşîn û berxwedana xwe bernedin, civaka Êzidî ji bo azadiya Fîzîkî ya Serokê xwe bi biryare. Emê bi tekoşîn û berxwedana xwe bighîjin armanc û mafê xwe, ji ber mafekî rewa ye. her hêzên desthilatdar dixwazin ku hêza me kêm bibe. Lê her ku diçe hêza me û rêxistina me mestir û bihêztir dibe. Emê bi tekoşîn û berxwedana xwe pilanên qirêj têk bibin.”