Jinên Êzidî: Gelê Mexmûrê ne bi tenê ye

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi daxuyaniyek hevpar êrişên hikumeta Iraqê yê li ser wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) şermezar kirin û gotin ev êriş ji peymana 9’ê Cotmehê ne qût in.

Şengal – Artêşa Iraqê bi dehan wesayîdên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, danê sibehê di saet 4:00’an ve hewl dide derdora wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi têlan dorpêç bike lê belê gelê wargehê bi pêhesanê herikîn seyterê. Hêzên hikumeta Iraqê êriş bir ser xelkê Mexmûrê yê li dijî bi têlan dorpeçkirinê rabûn ser lingan û di encama êrişê de heya niha 2 ciwan birîndar bûn.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi daxuyaniyekê êrişên li ser wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê şermezar kirin, bal kişandin Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera hikumeta Iraqê, dewleta Tirk û PDK’ê de hat îmzekirin û destnîşankirin ku ev êriş ji vê peymanê ne qût e.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Yekitiya Ciwanên Şengalê Sara Botan ve hate dayîn de wiha hate gotin:

“Ev hewildanên hikumeta Iraqê yên li himber Mexmûrê êrîşin û em van êrîşa şermezar dikin. Em wek  civaka Êzidî û bi taybetî jinên ciwan  van êrîşa li ser xwe dibînin. Ev pilanên hevbeş ên dewleta Tirk û Iraqê ne li himber Şengalê û Mexmûrê tên kirin. Wek tê zanîn bi salaye gelê me yê Mexmûrê tekoşînek bê hempa dide meşandin û liber xwe daye. Hikumeta Iraqê jî wê nikaribe bi van pilanên xwe yên qirêj îradeya gelê Mexmûrê bişkîne.

‘Iraq planên dagirkeran pêk tîne’

Hewil didin çeteyên DAIŞ’ê derbasî Şengalê bikin, li ser herêmên gerîla êrîş dikin û gelê Mexmûrê dixin bin dorpêçê de, ev pilanên li dijî îradeya azad a gelan e. Bila dijmin baş zanibe ku ew ê nikaribin vê  berxwedaniyê bişkînin û gel bê îrade bikin. Ji ber ku li ser vê xeta berxwedaniyê me bi hezaran şehîd dane. Em dibînin bi dehan caran Wargeha Mexmûrê ku li ser axa Iraqê ye ji aliyê dewleta Tirk a dagîrker ve hatiye hedefgirtin û bi balafiran hatiye bombebarankirin. Ji şûna ku Iraq li himber van êrîşa bibe xwedî helwest, planên dagirkeran ên dorpêçê pêk tîne.”

‘Gelê Mexmûrê ne bi tenê ye’

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî jî Wethê Reşo axivî û got: “Em wek gelê Şengalê kengê rastî êrîşa hatibin gelê Mexmûrê beriya herkesê li me xwedî deketiye û piştgiriya me kiriye. Em jî piştgiriya xwe a bi gelê xwe yê Mexmûrê re didin diyarkirin û dibêjin gelê Mexmûrê ne bi tenê ye. Gelê Mexmûrê ji ber zilmê  koçberî Iraqê bûye, eva niha li himber gelê Mexmûrê tê kirin ne edaletiye û lazime ev pilan bên sekinandin. Ev pilanên dorpêçkirinê hemwextin bi êrîşên li ser Şengalê re. Ji bo ev pilan pêk neyên emê heya dawî li ber xwe bidin.”