Jinên Êzidî: Em ê nehêlin Şengal bêparastin bimîne

Jinên Êzidî biryara Bexdayê ya ji bo bêçekkirina YBŞ û YJŞ'ê red kirin û tekez kirin ku ji derveyî zarokên wan kes wan naparêze, dan zanîn ku ew çekên xwe nadin.

Şengal –  Di 1’ê Îlonê de di navbera rayedarên leşkerî yên Iraqê û rayedarên bernameya pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî de ji bo nîqaşkirina rewşa Şengalê civînek li Bexdayê hat lidarxistin. Di civîna ku pêkhate û nûnerên civaka Êzidî ne amade bûn de, der barê pêşeroja Şengalê û civaka Êzidî de biryar hatin girtin ku hêzên leşkerî yên li Şengalê yên ne fermî werin bêçekkirin. Der barê van birayaran de hêrs, bertek û nerazîbûna civaka Êzidî her diçe zêdetir dibe. Jinên Êzidî nerazîbûna xwe anîn ziman.

‘Em nikarin axa Şengalê bêparastin bihêlin’

Berdevka komuna gundê Borikê Tewrê Ilyas bal kişand ser têkoşîna YBŞ û YJŞ’ê ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de meşandine û got: “Li Bexdayê civînek li dar xistin û di encama vê civîne de gotine em YBŞ-YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê qebûl nakin. Dixwazin YBŞ û YJŞ çek daynin. Em nikarin axa Şengalê bêparastin bihêlin. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de yên ku ked, têkoşîn û birîndar û şehîd dan ew bûn. Li dijî DAIŞ’ê li Şengalê wan şer kir. Em naxwazin keda wan tune bibe. Em dixwazin ji aliyê Iraqê ve bi fermî werin naskirin.”

Dayê Tewrê anî ziman ku kesên van hêzan pêk anîne li ser vê axê dijîn, zarokên vê civakê ne û nerazîbûna xwe ya li hemberî van biryaran wiha anî ziman: “Em vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku em dizanin ger em bêparastin bimînin wê fermanên din bên serê me. Bi xêra hêzên YBŞ- YJŞ’ê û fikra Serokatî piştî fermanê em rabûn ser piyan. Şervanên YBŞ’ê zarokên me ne, zarokên vê axê ne. Em bi xwe jî Iraqî ne. Em dixwazin bên naskirin. Ji ber ku ger ew çek bên dînn, em ê nikaribin li Şengalê bimînin.”

‘Em ew çekên ku me bi wan axa xwe parastiye nadin destên Iraqê’

Cîgira Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Besê Avesta jî zêdekirina hêzên leşkerî li nava Şengalê weke metirsiyek li ser civaka Êzidî pênase kir û got: “Zêdekirina hêzên leşkerî di nava civaka me de tirsek daye avakirin. Ji ber ku beriya fermana 2014’an jî bi vî awayî hêz hatibûn zêdekirin. Piştî wê jî ferman bi serê me de hat rakirin. Ji be wê jî em vê yekê qebûl nakin. Ya girîng ew e em bikaribin îrade û hêza civaka Êzidî xurt bikin da ku pêşiya fermanên din bigrin. Heta niha jî birînên jin û dayîkên me nehatine kewandin.”

Besê Avesta anî ziman ku wê nehêlin ev biryarên bê îradeya civaka Êzidî hatine girtin pêk werin û got: “Dewleta Iraqê dixwaze çekên di destên hêzên me de bistîne. Em nahêlin ev yek pêk bê. Çekên ku di destên me de ne şeref û namûsa me ne. Em wan çekên ku me bi wan axa xwe parastiye, axa xwe rizgar kiriye, bi hezaran şehîd dane nadin destên dewleta Iraqê.”

Di dawiya axaftina xwe de Besê Avesta bang li dewleta Iraqê kir û got: “Divê dewleta Iraqê vê hêza ku 2014’an ava bûye qebûl bike û entegrasyoneke demokratîk pêk bîne. Êrîşa li ser civaka me bi destên wan keç û kuran hatin têkbirin. Em ê 8’ê meha îlonê meşek li dar bixin. Ez bang li civaka me dikim ku beşdarî vê meşê bibin. Roj roja xîret, şeref û namûsê ye.”

‘Em bi hêza xwe di heman demê de sînorên Iraqê jî diparêzin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Qîmet Xwedêda jî nerazîbûna xwe ya li dijî van biryaran wisa anî ser ziman: “Em beşdarî wê biryara ku YBŞ-YJŞ’ê ji aliyê Iraqê ve hatiye girtin nabin. Li ba me wisa çekeke giran nîn e ku em bidin wan. Çekên ferdî ne. Ger tiştek bibe bi wan êm ê bikaribin xwe biparêzin, li ber xwe bidin YBŞ û YJŞ’ê di dema fermanê de bi van çekên ferdî civaka Êzidî parastin. Niha li derdora me ne diyar e kengî êrîş bên ser me. Ger ew çek ji me hatibin sitandin em ê çawa xwe biparêzin. Em jî beşeke ji Iraqê ne, em ê çawa Iraqê biparêzin.”

‘Ger ne ji zarokên me bûya wê li Şengalê kevir li ser kevir nema’

Dayê Qîmet bahsa berxwedana YBŞ û YJŞ’ê ya di fermanê de kir û got: “Piştî ewqas şehîd û keda zêde em ne li gel danîna çekan in. Ger zarokên Êzidî me neparêzin wê kes neyê me neparêze. Wê demê gelek hêz di Şengalê de bûn, kê me parast? Ger ne ji van zarokên me bûya wê niha li Şengalê kevir li ser kevir nemaya. Me bi xêra vî çiyayî, van zarokan û Xweda li ber xwe da û DAIŞ’ê şikand. Tu zirara me ji Iraqê re nîn e. Tu zirara çekên me ji Iraqê re tune ye. Ger îro Şengal bikeve destên hêzeke din wê ev xeter li ser heremên din ên Iraq jî çêbibe. Em di heman demê de sînorên Iraqê jî diparêzin. Em jî Iraqî ne. Me bi sedan şehîd di ber Iraqê de dane. Em dixwazin hêzên me yên YBŞ û YJŞ’ê werin qebûlkirin. Mafên me bidin me. Heta niha ji aliyê dewleta Iraqê ve tu tiştek ji bo Êzidiyan nehatiye kirin. Çavên wan li çekên me Êzidiyan in. Ev nayê qebûlkirin.”