Jinên Êzidî: Em ê Êzdîxana xweser ava bikin

Jinên Şengalê 9’emin salvegera Meclîsa Xweser a Şengalê pîroz kirin û diyar kirin ku wê ji herdemê zêdetir kar û xebatên xwe ji bo xweseriya Şengalê bihêztir bikin.

HÊVÎ EZDA

Şengal – Di 14’ê Çileya 2014’an de Meclîsa Xweser a Şengalê li serdeşt a Şengalê hate avakirin. Jinên Şengalê salvegera Meclîsa Xweser pîroz kirin û balkişandin  ser pêşketinên piştî avakirina Meclîsa Xweseriya Demokratik a Şengalê.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şirîn Şengal û Welat Cano salvegera 9’emîn a Meclîsa Xweser pîroz kirin û bang li tevahî civaka Êzidî kirin ku ji herdemê zêdetir xwedî li nirxên xwe derbikevin û ji bo xweseriya Şengalê kar û xebat bikin.

‘Her ku biçe em ê pergala xwe bihêz bikin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şirîn Şengal di despêkê de salvegera Meclîsa Xweser ya Şengalê li şehîdên fermanê û Şehîdên rizgar kirina Şengalê pîroz kir û got: “Beriya fermanê me nedizanî em kar û xebat bikin, lê piştî fermanê di 14’ê çileya 2015’an de dema ku Rêveberiya Xweser hate avakirin, ji wê demê heta niha em bi xwe, xwe rêve dibin û  tevahî sazî û dezgehên me di xizmeta gelê xwe deye. Em niha tekoşîn dikin em rê nadin dagirkeran, her ku biçe emê pergala xwe mezin û bihêztir bikin.”

‘Pêwîstiya me bi tu hêzekê din nîne’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Welat Cano salvegera Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocallan, li civaka Êzidî pîroz kir û destnîşan kir ku piştî wan pergala Meclisa Xweseriya Demokratik a Şengalê avakirin. Welat Cano ev tişt anî ziman: “Di demek kurt de her kes kete tevgerê û tevahî sazî û dezgehên civakê  hatin avakirin. Îro ewlehiya me zarokên me diparêzin, dibistanên me bi zimanê dayikê ye, aborî, tendirustî şaredariya me piştî fermanê heta niha ji gelê xwe re xizmetê dike. Lê belê beriya fermanê me karek ji xwe re nedikir çavê me ji derve bû, lê niha pêwîstiya me bi tu kesekê nîne em bi xwe, xwe rêve dibin.”

‘Em ê Êzdîxana xweser ava bikin’

Welat Cano bang li civaka Êzidî kir ku ji herdemê zêdetir  xwedî li nirxên xwe, ax, bawerî û pergala xwe derbikin û wiha bi dawî kir: “Divê civaka me pergala xwe biparêze. Divê em fermanê ji bîr nekin, me dît ku cîhanê tenê li me temaşe kir. Ji bo em tune nebin û neyên qirkirin tenê gerîlla û gelê me yê Rojava hatin hawara me. Ji bo em van rojan bibinin me bi dehan şehîd dan divê em xwedî li wan şehîdan derbikevin. Di demek kurt de me karî em gelek gavên dîrokî bavêjin.  Ji ber wê êriş jî li ser civaka me zêde dibe, lê divê ev êrîş me paşde nekişîne divê em hê zêdetir xwedî li keda şehîdên xwe derbikevin û xeyalên wan ên Êzidxana azad  pêkbînin.”