Jinên Êzidî: Em bi gelê Rojava re ne
Jinên Êzidî bi bîr xistin ku di dema êrîşa qirkirina li hember Şengalê de gelê Rojava piştevaniya wan kirine û gotin “Em dikarin sînoran bişkînin û herin piştgirî bidin wan.”
HÊVÎDAR ŞENGALÎ
Şengal – Li dijî gelê Kurd û pêkhateyên din yên li taxên Şex Meqsusd û Eşrefiyê, ji aliyê çeteyên girêdayî HTŞ’ê û dewleta Tirk ve şerê qirkirinê hatiye destpêkirin. Jinên Êzidî li dijî van êrîşên qirker ên van çeteyan axivîn û piştevaniya xwe ya bi gelê Rojava re anîn ziman.
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Zozan Simo û endama Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa Sosin Siya hêrsa xwe ya li dijî van êrîşa anîn ziman û bang li her kesî kirin ku li Rojavasxwedî derkevin.
‘Şerê gelê Rojava şerekî mezin yê hebûnê ye’
Endama Tevgera Azadiya Jinan Êzdî (TAJÊ) Zozan Simo êrîşên li ser gelê Helebê şermezar kir û da zanîn ku ew bi hêza gelê Rojava bawer in ku wê tû carî li hemberî êrîşan serî netewînin. Zozan destnîşan kir ku wê gel terka ax û bajarên xwe nekin û wê li ber xwe bidin. Zozan, berxwedana gel a heta niha nîşan daye bi bîr xist û wiha got: “Heta niha çawa ji bo Rojava gel piştevanî kir wê ji niha û pêde jî bike. Li cihê ku gel rabû ser piya, berxwedan mezin dibe. Em berxwedana gelê Helebê pîroz dikin. Şerê gelê Rojava şerekî mezin ê hebûnê ye. Dema ferman hat serê me, gelê Rojava bi hemû derfetên xwe alîkariya me kir û li kêleka me sekinî. Bi gel û şervanên xwe ve em tû carî wan rojan jibîr nakin. Ger niha rêya Rojava vebê em weke jinên Êzidî amade ne biçin piştevaniya gelê Rojava bikin.”
‘Berxwedana gelê Rojava têk bibin, wê dor bê ser me jî’
Zozan Simo dubare kir ku heta dilopekî xwîn di bedena wan de hebe ewê piştevaniya Rojava bikin û wiha domand: “Ji ber ku bi dehan şervanên wî gelî hatin, di ber me de xwîna xwe rijandin û şehîd bûn. Di rojên herî zor û zehmet de miletê me xwedî kirin û koridora mirovî ji me re vekirin. Av û nanê xwe dane xelekê me û bi salan em xwedî kirin. Niha di van şert û mercên zivistanê de ji ber vî şerî milet neçar dibe ji malên xwe derkeve. Em dibêjin ka wîjdan û mirovahî? Ji ber van şeran her roj ewqas mirov têne kuştin, êdî li kolanan xwîn diherike. Em çawa ku ji bo Şengalê xweserî dixwazin, di heman demê de em ji bo Rojava jî viya daxwaz dikin. Em weke xelkê Şengalê piştevaniyê Rojava ne.”
‘Pêwîst be emê sînoran bişkînin û herin’
Zozan Simo di dawî de bang li her kesî kir li dijî van êrîşan rabin ser xwe û wiha got: “Em bang li her kesî dikin, bila li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. Divê vê herbê, vê qetlê û xwînê li ser gelê Rojava bidin sekinandin. Gelê Rojava ne bi tenê ye. Di dawî de ez dibêjim ger pêwîstiya gelê Rojava bi ruhê ciwanên me û bi alîkariya me hebe, em heta dawî amade ne piştevaniya wan bikin. Hem di aliyê madî de hem jî di aliyê manewî de em ê her tim bi gelê xwe yê Rojava re bin. Ger pêwîst bike weke jinên Êzidî em ê sînora bişkînin û bibin desteka gelê Rojava.”
‘Em ê heta dawiyê piştevaniya Rojava bikin’
Endama Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa Sosin Siya jî li ser girîngiya piştevaniyê axivî û anî ziman ew jî amade ne herin Rojava. Sosin Siya nerazîbûna xwe ya li hember êrîşên HTŞ’ê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk, bi van gotinan anî ziman: “Em weke jinên ciwan ên Êzidî û endamên çand û hunera Sitiya Nexşa, şerê li dijî gelê Rojava li Helebê tê meşandin bi tûndî şermezar dikin. Di sala 2014’an de çawa ku gelê Rojava pişta me bernedan, em jî weke ciwanên Şengalê heya dawî li pişt gelê Rojava ne. Eger Rojava bi ser bikeve wê berxwedana gelê Helebê jî bi ser bikeve. Ger niha rê werê vekirin, em amade ne biçin Rojava li kêleka wan li ber xwe bidin û şer bikin. Em heta dawiyê jî piştevaniya gelê Rojava dikin.”