Jinên Êzîdî: Biryara girtina PADÊ berdewama fermanê ye

Jinên Êzidî bertek nîşanî biryara Iraqê ya girtina PADÊ dan û diyar kirin ku di 10’emîn salvegera fermanê de dayîna biryarek bi vî rengî berdewama fermanê ye û gotin ku dê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Şengal-Di 10’emîn salvegera fermanê de hikûmeta Iraqê cihê ku fermanê nas bike û sûcdar û berpirsyarên fermanê bidarizîne, îmze diavêje bin biryarên sosret.

Desteya Dadwerî ya Hilbijartinên ser bi Encûmena Bilind ya Dadweriya Iraqê, girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, Dadweriya Iraqê biryar daye Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê were girtin.

Li gorî biryara dadweriyê, wê baregehên her 3 partiyan werin girtin, dest danin ser mal û milkên darayî yên partiyan.

Bi vê biryarê re careke hat dîtin ku Iraq bi dewleta Tirk û PDK’ê re hevkariyê dike, dixwaze peymana 9’ê Cotmehê bi rê û rêbazên cudatir bixe dewrê.

Jinên Êzidî bertek nîşanî girtina PADÊ dan û diyar kirin ku biryar berdewama fermanê ye.

‘9’ê Cotmehê ji fermanê ne cudatir e’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo da zanîn ku di 10’emîn salvegera fermanê de biryardayîneke bi vî rengî cihê şermê ye û ev nirxandin kir: “10 sal li ser fermanê derbas bû û her sala me ya fermanê de komkujiyek pêk hat. Di her sal fermanê de zarokên me bi balafiran hatin qetilkirin. Mixabin îsal sala 10’emîn fermanê temam bûye lê vê carê hikûmeta Iraqê dibêje ez PADÊ qebûl nakin û qedexe dikin. Em zanin sedî sed ji me ditirsin û naxwazin civaka Êzidî ji hêla siyasetê ve pêş bikevin, naxwazin Êzidî xwe bi xwe birêve bidin. Sed carî PADÊ bigirin jî ne xem e, ji roja kêliya fermanê xwe ji xwîna şehîdan ava kirî, xwe bi xwe birêve birî. Ji vê seatê şûnde jî em ê heman rengî xwe birêve bibin.

Em siyaseta qirêj a hikûmeta Iraqê qebûl nakin

Em kesên ku li ser xwîna şehîdên me dilîzin li Şengalê qebûl nakin. Êdî em jî hikûmeta Iraqê qebûl nakin. Madem ew me qebûl nakin em xwe bi xwe rêvebibin, em jî êdî hikûmeta Iraqê qebûl nakin. Êdî em ê sînoran derbas bikin, êdî çi dibe bila bibe. Kesên ku însanên min qebûl nake ez jî wan qebûl nakim. Em jî siyaseta qirêj a hikûmeta Iraqê qebûl nakin ku her roj hevkarê tirkan be, hevkarên malbata Barzaniyan be. Di bin ala Iraqê de bi sedan zarokên me hatin qetilkirin, bi sedan jinên me hatin firotin û hê jî tên firotin. Bes eybe ji me re ku ew me qebûl nakin, em careke dîtir ala Iraqê rakin. Ger me qebûl nekin em jî careke din ala Iraqê ranakin. Êdî lazim e em bêjin em hene û em ê hebin. Çi bikin jî dê 9’ê Cotmehê nekeve meriyetê. Heta yek Êzidî bimîne jî wek min em nahêlin 9’ê Cotmehê pêk were. 9’ê Cotmehê ji fermanê ne cudatir e.

‘Biryar nîşan dide ku hikûmeta Iraqê jî destek dide planên qirêj’

Endama Meclisa Xweser a Xanesorê Hanîf Şelal jî diyar kir ku hikûmeta Iraqê bi biryara girtina PADÊ dixwaze bi awayekê cudatir 9’ê Cotmehê pêk bîne û wiha got: “Biryara Iraqê berdewamiya fermanê ye. Dixwazin bi vê biryarê siyaseta xwe bînin Şengalê. Bi biryara girtina PADÊ dixwazin 9’ê Cotmehê bi awayeke cudatir pêk bînin û kesên ku îxanet li me kirine vegerînin Şengalê. Bi taybetî di 10’emîn salvegera fermanê de dayîna vê biryarê berdewama fermanê ye û nîşan dide ku Iraq jî destekê dide planên dewleta Tirk û PDK’ê.  Ev biryara hikûmeta Iraqê şermezar dikin û em ê heta dawî li ber xwe bidin.”