Jinên Êzidî: Bila Iraq destpêkê berpirsên fermanê ceza bike

Jinên Êzidî bertek nîşanî girtina PADÊ dan û diyar kirin ku hikûmeta Iraqê heta bi girtina PADÊ re mijûl dibe bila hesab ji kesên ku ferman bi serê Êzidiyan anî bipirse.

HÊVÎDAR ŞINGALÎ

Şengal – Di 6’ê tebaxê de Encûmena Dadgeha Bilind a Iraqê biryara girtina Partiya Azadiya Demokratîk a Êzîdî (PADÊ) ku di sala 2017’an de bi xwîna şehîdan û keda civaka êzidî hatibû avakirin, Tevgera Azadî û Eniya Demokrasiyê da. Tişta balkêş ev bû ku biryar 3 roj piştî bîranîna 10’emîn a salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hat dayîn.

Li dijî girtina PADÊ civaka Êzidî di serî de gelek derdor bertek nîşan dan û diyar kirin ku biryar di encama lihevkirina dewleta tirk, PDK û hikûmeta Iraqê de hatiye dayîn.

Têkildarî girtina PADÊ jinên Êzidî ji ajansa me re axivî û gotin ku dê heta dawî bi partiya xwe re bin û her piştgiriya wê bikin.

 ‘Divê hesab ji kesên ferman bi serê me de anî ye bipirsin’

Endama Meclisa Xweser a Xanesorê Filûs Berkat da zanîn ku ev biryar ne tenê biryara Iraqê ye hêzên wekî dewleta tirk û PDK jî heye û ev tişt anî ziman: “Em ê destûr nedin ku partiya me bigirin. Dixwazin bi vê biryarê dîsa weke 3’ê Tebaxê fermanek binin serê Êzidiyan. Leyistokek qirêj li ser me dimeşînin lê em qebûl nakin. Dixwazin êzidiyan bêdeng û tune bikin lê em ê tu carî tune nabin. Ji aliyê din ve ev biryar tenê ji aliyê Iraqê ve nehatiye girtin, li pişt vê biryarê de Tirkiye û PDK jî heye. Heta bi girtina PADÊ re mijûl dibin bila kesên ku bûn sedema fermanê ceza bikin, hesab ji dewleta tirk û DAIŞ’ê bixwazin û jinên Êzidî yên di destê çeteyan de esîr in xilas bikin. Her wiha em ê heta dawî bêdeng nemînin û li ber xwe bidin.”

 ‘Hedefa wan tunekirina civaka Êzidî ye’

Di heman mijarê de endama Meclisa Xweser a Sinûnê Sêvê Xwedêda jî ev nirxandin kir: “Piştî bîranîna fermanê biryara girtina PADÊ dan. Hedefa wan ew bû ku PADÊ û civaka Êzidî tune bikin. PADÊ Êzdiyatî û çanda me diparêze. Em qebûl nakin dewleta Iraqê biryarek bi vî rengî li ser PADÊ bide, ji ber PADÊ bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Her wiha heta biryara girtina PADÊ didin bila ew kesên ku fermanê bi serê me de anî, keç û xortên me qetil kirin û esîr girtin, ceza bikin.”