“Jinên Êzidî bi têkoşînê dengê xwe gihandine her devera cîhanê”
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a bi wesîleya selvegera fermanê li Şengalê ye bal kişand ser rêxistinbûna jinên Şengalê û got: “Jinên Êzidî piştî fermanê xwe bi rêxistin kirin û bi berxwedana xwe ya bi israr dengê xwe gihandin her devera cîhanê û bandor li rêxistina jinan a gerdûnî kirin.”
Şengal - Bi boneya 7’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi ser civaka Êzidî de hat li gel dorpêç û astengiyên hêzên PDK’ê jî ji gelek deveran parlamenter û rêveberên saziyên civakî çûn Şengalê. Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca û Semra Guzel jî bi heman minasebetê li wê amade bûn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Amedê der barê çûyîna xwe ya Şengalê de got: “Em ji bo bîranîna şehîdên fermanê hatine Şengalê.”
Semra da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê bi piştevaniya hêzên hegemonîk komkujî li ser civaka Êzidî kirine û wiha domand: “Komkujî li ser Êzidiyan kirin. Ger dewletên hegemon pişta çeteyên DAIŞ’ê negirtana komkujiyek bi vî awayî çênedibû. Jinên Êzidî li bazarên koleyan firotin. Bi destdirêjiya ser jinan û bi pergala DAIŞ’ê perwerdekirina zarokan xwestin jenosîdê li ser Êzidiyan û ser Kurdan bikin. Bi hêza gelê Şengalê xwesteka wan bi cih nehat û berxwedanek mezin li vê derê hat kirin. Niha jî gelê Şengalê hêza xwe bi rêxistin kiriye û saziyên xwe ava kiriye.”
“Hêza jinên Êzidî bandorê li têkoşîna jinan kiriye”
Semra girêdayî rêxistinbûna jinên Êzidî jî ev tişt got: “Jinên Êzidî piştî fermanê xwe bi rêxistin kirin û bi berxwedana xwe ya bi israr dengê xwe gihandin her devera cîhanê. Em jin hêzê ji hev digrin. Dema berxwedan li cihekî hebe, belavî her derê dibe. Hêza jinên Êzidî bandora xwe li Bakurê Kurdistanê jî kiriye. Gelek jinên ji aliyên din ên Kurdistan û cîhanê hatin vê derê şer kirin, ev yekparebûna berxwedana jinan e.”