Jinên Êzidî: Bi êrişan dê nikaribin vîna me bişkînin

Jinên Êzidî bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk dan û diyar kirin ku ew tu carî ji balafir, tank û topên dewleta Tirk natirsin û gotin ku êrişên hovane tu carî vîna wan naşkîne.

Şengal-Dewleta Tirk ji şeva 23'ê Cotmehê ve êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Başûrê Kurdistanê dide meşandin. Di van êrişan de bi sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Jinên Êzidî bi riya ajansa me bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk dan û diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk dê têkoşîna wan ranewestînin.

‘Em ji wan natirsin’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel ragihand ku ji şeva din ve hemû dinya dibîne ku dewleta Tirk çawa bi balafiran êrişî gelê Kurd û civaka Êzidî dike û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk li gundê Digûrê yê Şengalê maleke bombebaran kirin û di encamê de jinek birîndar  bû. Dewleta Tirk sivîlan bi balafiran bomberan dike. Bi balafirên xwe cihên jiyanî yên civakê hedef digre. Ji duh êvarê ve bênavber li Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê dide. Ji aliyê din ve di 20’ê mehê hilbijartina Başûr çêbû, di 23’ê mehê de Iraqê gelek hêzên xwe li Şengalê  bi cih kir û şeva 23’ê mehê jî dewleta Tirk bi balafiran êriş kir. Ev tê wateya lihevkirinê. Li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye û Şengalê lihevkirinek heye. Lê çi bikin jî civak ji wan, balafir, tank û topên wan natirse û gav paşve navêje. Bes tevî êrişan jî me karê xwe nedaye sekinandin, em tu carî natirsin û em ê li hemberî siyaseta qirêj li ber xwe bidin.”

‘Em li pişt Rêber Apo û şehîdên xwe ne’

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Simo diyar kir ku dewleta Tirk bi balafirên xwe yên şer, Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bombe dike, sivîlan qetil dike û wiha got: “Di encama êrişên dewleta Tirk de gelek sivîl hatin qetilkirin. Dewleta Tirk bi balafirên xwe li firinên nan, nexweşxane, cihên jiyanî dike hedef. Hê jî balafirên şer ên dewleta Tirk ji van her sê herêman neçûye û hê jî herêmê dide. Şehîdên li herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê şehîdên malbatên xwe ne şehîdên me ne jî û em şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Bi çend balafiran bên jî em ê bibin xwedî hêz û em li pişt hêzên xwe, li pişt keç û xortên xwe ne ku îro li hemberî êriş û balafiran xwe kirine mertal. Bila baş bizanibin çiqas bi balafiran bên jî em ê zêdetir xwe bi rêxistin bikin û bibin xwedî hêz. Em heta dawî li pişt Rêber Apo û şehîdên xwe ne.”

‘Em tu carî dest ji vê dozê bernadin’

Hevseroka Meclisa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî jî ev tişt got: “Ji duh êvarê ve êrişa dewleta Tirk didome. Dewleta Tirk bi balafirên xwe cihên sivîlan dike hedef. Bi balafiran zarokên me hedef digre. Em weke jin û civaka Şengalê tu carî dest ji vê dozê û tolhildanê bernadin. Em ji tank û topên wan natirsin, gav paşve navêjin.”