Jinên Êlihê: Gel û îradeya vî bajarî diyar e

Jinên beşdarî Newroza Êlihê ya bi coş bûn, bal kişandin ser şerê taybet û gotin: “Bila dijminê me vala vala bi hêvî nebin, Êlih ya me ye.” Jinan ev peyam dan: “Gel û îradeya vî bajarî diyar e.”

MEDÎNE MAMEDOGLÛ

Êlih - Di van demê demê dawî de bi hevkariya AKP û HÛDA-PAR’ê li Êlihê hem hevserokatî û hem jî îradeya gel dibin êrişan de ye. Gel bi biryar e îradeya xwe cardin vegerîne. Li Newroza bi coş ya di 19’ê Adarê hat pîrozkirin gelê bajar ji 7 salî heta 70 salî berê xwe dan qada Newrozê. Bi deh hezaran gel di saetên zû yê sibehê de qad tije kirin, bi cilên xwe yên gelerî bi desmalên kesk, sor û zer reng dan Newrozê. Bi hezaran kes heta dawiyê li qadê bûn bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ deng vedan.

Coşa Newrozê kêm nebû

Li bajar pîrozbahiya Newrozê li qada otogarê hate li darxistin. Tevî di derketina bajar de cih digre, gel guhê xwe neda mesafeya dûr û qada Newrozê tije kirin. Li qada ku jin û zarokan cilên gelerî li xwe kirin, coşa ciwanan hêjayî dîtinê bû. Bi taybet welatiyên koçer reng dan qadê. Gelê ku bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ herikin qadê govend gerandin, coşe wan qet kêm nebû. Ciwan çûn ser direkan nîşana serketinê kirin, çûn hewa û li dora agirê Newrozê geriyan. 

‘Wê zîhniyeta DAIŞ’ê li Êlihê bi ‘Jin Jiyan Aazdî’ têk biçe’

Şêwekarek ku boyaxê kesk, sor, zer anîbû qadê, rûyê her kesê rengê Kurdistanê boyax dikir, keyfxweşiya zarokên ku rûyê wan sê reng boyax dikir coşa ku heye qat qat zêde dikir. Jinan dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li qadê deng vedan, li qadê panqarta ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê wê li Êlihê bi ‘Jin Jiyan Azadî’ têk biçe!’ hate vekirin. Dayikên koçer zarokên xwe xistin parzûnê û hatin qada pîrozbahiyê. Dayikên di piştên wan de zarokên wan govend gerandin û reng dan coşê.

Polîtakayên şerê taybet negiha serkeftinê

Gelê beşdarî Newrozê bû, daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aştiyek bi rûmet qêriyan. Gelê ku wê bi van daxwazan di 31’ê Adarê de biçe ser sindoqan, li bajar namzeta hevşaredariya bajar ya Partiya Wehkevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Sunuk di wê baweriyê de ye bi rêjeya ji sedan 90’ê dengan wê qeyuma bişînin. Piştî Newroz bi dawî bû gireseya ku bi dirûşmeyan belav bûn, polîsan bi gaza biber û ava êrişî wan kir. Hemwelatiyan bertek nîşanî êrişan dan û di navbera gel û polîsan de bi seatan pevçûn berdewam kir.

Jinên beşdarî pîrzobahiyê bûn, peyamên xwe yên Newrozê û 31 Adarê ya hilbijartinên herêmî parve kirin. Jinan diyarkirin ku bila tu kes li ser Êlihê nekeve nava xeyalan û gotin: “Gel û îradeya vî bajarî diyar e.”

‘Zikê me ji lîstok û hileyan têr e’

Ji jinan Netîce Kurt di axaftina xwe de diyar kir ku li ser bajar lîstok tên lîstin û bang li gel kir û got: “Ger em nebin yek emê biçin yek bi yek. Wê gelê Êlihê carek din di hilbijartinê de bi serbikeve. Em vê ji dil bawer dikin. Bila kes nebêje ‘Êlih ya me ye’ her tim yê qezenc bike wê em bin. Her tim yê qezenc bike wê gelê Kurd û DEM Partî be. Li ser gelê Kurd ev bi salane lîstok tê lîstin. Lîstokên qirêj tu caran xilas nabe. Ev tiştên tên kirin em dizanin neyê yekem û ne jî ya dawiye. Zikê me ji van lîstok û axaftinan ter e. Gel dê ji van bawer neke. Em ê di sindoqan de îradeya xwe bikin yek û bi serkevin. Em çi bikin em ê ya herî xweşik bikin. Divê em û partî gelek bixebitin. Divê roja hilbijartinê em neyên lîstokên kesê û em destur nedin lîstokan. Emê her tim qezenc bikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ger me li ber xwe nedaba, em ê îro ne li vê qadê bûna.” 

‘Divê hilbijartinê de em ê qezenc bikin’

Piştre me mikrofana xwe dirêjî Hafize Yildirim kir. Hafîze Yildirim jî ev tişt anî ziman: “Li gel me derew nîne. Di vî ruhî de hindî xwîn hebe wê dengê em ji bo me be. Em ne ji rêya xwe ne jî ji doza xwe şaş nabin. Em ê dengê xwe bidin xwe û hilbijartinê qezenc bikin. Ez baş dizanim em ê divê hilbijartinê de bi serbikevin. Ger herkes deng bide nirxê xwe wê ji vî bajarî kesek din dernekeve. Lîstok jî bê lîstin cardin wê ev bajar îradeya xwe di sindoqê de nîşan bide. Çi dibe bila bibe em ê qezenc bikin. Serkeftin wê bibe ya gelê Kurd û gelê Êlihê.”

‘Em guh nadin lîstokên tu kesê’

Ayşe Bakan bal kişand ser polîtakayên ku partiyên din dixwazin bidin meşandin diyar kir ku wê li bajar gelê Kurd qezenc bike û wiha got: “Li vê derê rê ji bo qatilan nîne. Bila dijminê me vala vala keyfxweş nebin. Li vê derê û li her cihê em ê qezenc bikin. bila ji derveyî me kes keyfxweş nebe. Wê serkeftin her tim ya gel be. Îro ji bo em qezenc bikin kolan bi kolan mal bi mal em digerin. Roja hilbijartinê em ê tiştekê derbarê hêviyên wan de nehêlin. Em guh nadin derewên wan. Em wan nabihîsin.”

‘Bila ew vê derê û şaredariyê ji bîr bikin’

Rabia Çetînkaya ku bi malbata xwe ve beşdarî pîrozbahiya Newrozê bû, cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û ev tişt got: “Em ê qeyuman bişînin. Em ê dengê xwe ji derveyî xwe nedin kesê. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin kes were kuştin. Em aştiyê dixwazin. Hindî em sax bin em ê dengê xwe bidin xwe. Qeyum heta îro li vê derê tu xebatek neda meşandin. Zarokên xelkê kuştin, tiştek nema ne bi serê vî gelî anî. Gel perîşan kir.  Tu xizmetek nekir. Ew ê ji vê derê tu caran negrin. Bi destura xwedê em ê şaredariya xwe cardin bigrin. Bila vê derê ji bîr bikin. Serkeftin ya me ye!”

‘Em dest ji doza xwe bernadin’

Esmer Can ku beşdarî Newrozê bûye got: “Emê dengê xwe bidin DEM Partî. Ez Newrozê li hemû gelê Kurdistanê, Rêber Apo û li girtiyên di girtîgehan de pîroz dikim. Em dest ji doza xwe bernadin. Em vê rêyê tu caran bernadin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê van qeyuman jî bişînin cihên jê hatine. Ji bo em wan bişînin em ê biçin ser sindoqan. Em hertim li vir in, wê ev qad her tije be.”